Elîf Ronahî: Divê jinên herêma Tolhildanê bi ruhê seferberiyê tevlî hilbijartinê bibin

09:44

Dicle Arya/JINHA

BEHDÎNAN - Ji hilbijartina Giştî ya 7'ê Hezîranê re 10 roj man. Beriya hilbijartinê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, bang li jinên herêma Tolhildanê Elbistan, Pazarcik, Meletî û Semsûrê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî hilbijartinê bibin. Elîif, anî ziman ku di hilbijartinê de rola jinê diyarker e û ji ber vê yekê divê bi biryarek mezin tev li xebatan bibin.

Bi nêzikbûna hilbijartina 7'ê Heziranê re Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, bang li jinên herêma Tolhildanê Elbistan kir û xwest bi biryarek mezin û ruhê seferberiyê tev li xebatên hilbijartinê bibin. Elif Ronahî, ji jinên herema Pazarcik, Meletî û Semsûrê xwest ku bi ruhê seferberiyê tev li hilbijartinê bibin û ji ber rola xwe ya diyarker divê bi biryarek mezin tev li xebatan bibin. Elîf, destnîşan kir ku dengên herêma Tolhildanê di derbaskirina bendê ya HDP'ê de rolek mezin dilîzin û xwest hilbijêrên Elbistan, Pazarcık, Meletî û Semsurê li dengê xwe xwedî derkevin. Elif got: "Ez dixwazim gelê Pazarcikê yê beşdarî mîtînga HDP'ê bûne pîroz û silav bikim. Mîtînga li wir pêk hat gelek girîng bû." Elif da zanîn ku gelê Pazarcikê di vê mîtîngê de destnîşan kir ku heta niha çawa tevlî têkoşînê bûn dê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Elîf, li ser rola jinê jî rawestiya û wiha berhdewam kir: "Li vê herêmê rola jinê pir diyarker û girîng e. Jin ji mêr bêtir bi bandor û diyarker in. Jin hem di qada siyasî û hem jî di qada jiyanê de pir bi bandor û wêrek in. Ji ber bawerî û çanda xwe divê jin û mêr bi hevre jiyanê birêsin. Ji ber vê yekê rol û bandora jinê diyarker e. Ji ber vê yekê divê di van 2 hefteyan de hem li Ewropa û hem jî li Pazarcikê û hemû gundên Pazarcikê jinên ku heta niha di nava HDP û CHP'ê de bê biryar mane, biryara xwe bidin û tevlî HDP'ê bibin. Divê jin bi taybet ji bo HDP'ê bixebitin. "

'Divê jin hamleyek bikin'

Elîf, xwest di vê hilbijartinê de seferber bibin û destnişan kir ku HDP hem ji bo gelê kurd û tirk û hem jî ji bo jinan dê gelek tiştan bike. Elif, anî ziman ku her kes vê rastiya HDP'ê dizane û wiha got: "Divê jin zanebûna xwe têxin meriyetê. Ji bo HDP'ê benda hilbijartinê derbas bikin divê bi têbikoşin û bi biryar tev bigerin. Divê jin di 2 hefteyên dawî de hamleyek mezin bikin. Divê hemû jin derfetên xwe seferber bikin û tevlî xebatên hilbijartinê bibin. Baweriya me ji jinên herêma Başurê Rojava (Tolhildanê) zêde ye. Ez bang li hemû gelên herêmê dikim ku bi ruhê seferberiyê bixebitin. Divê jin rengê xwe bidin jiyanê û siyasetê. Ji ber vê yekê pêwiste di van rojên mayî de bêtir têbikoşin."


(mae/rc)