Namzeta Rihayê Leyla Guven dê têkoşîna 25 salan bibe meclîsê

09:43

JINHA

RIHA - Namzeta Rihayê ya HDP'ê Leyla Guven ku hêj biçûk bû hat zewicandin û piştî 2 zarokên wê çê bû ji hevserê xwe veqetiya û ev 25 salin têkoşîna jinê dide. Leyla Guven, anî ziman ku berê xwe nas nedikir û piştî ket nava têkoşîna azadiya kurd xwe nas kir. Leyla, ku 25 salin di nava tekşîna azadiya kurd deye, jiyana xwe diyarî azadiya gelê kurd kiriye. Leyla, heta niha 2 caran bû şaredar û ji dosa KCK'ê hat girtin. Leyla piştî 5 salan girtî ma serbest hat berdan û ji aliyê gelê Wêranşarê ve pir hat hezkirin. Leyla niha namzeta HDP'ê ya Rihayê ye û armanca dike ku têkoşîna xwe ya 25 salan bibe meclîsê.


Namzeta Rihayê Leyla Guven, kurda Anatoliya Navîn e. Di sala 1964'an de li Bajaroka Yapali ya Navçeya Cihanbeyliya Konyayê ji dayik bûye. Ji 7 xwişk û birayan ya herî bûçûk e. Malbata Leyla piştî 16 salî ew şandin dibistanê. Leyla hêj 17 salî bû, bi kurê xaltiya xwe re hat zewicandin. Piştî zewicî koçî Almanyayê kirin û 5 salan li Almanyayê jiya. Keç û kurekî Leyla çêbû û piştî vegeriya Kurdistanê dawî li zewaca xwe anî. Leyla zarokên xwe mezin kirin. Leyla naskirina xwe ya bi partiyê re bi gotina "Ez pir bi şensim ku min partî nas kir" tîne ziman. Leyla di salên 1990'an de tevlî karê siyasetê bû. Leyla diyar kir ku piştî partî nas kir xwe jî nas kir û wiha got: "Piştî min partî nas kir min fam kir ku ez kîme. Ez kurdim, nasnameya min qedexe ye û li ser me zext hene. Min fam kir ku kurdên li çar perçeyên Kurdistanê ne azad in. Vê yekê ez xistim nava lêgerînek kûr. Piştî van pirsan têkoşina min a siyasetê jî zêde bû."

'Hem zarok mezin kir û hem jî têkoşîna siyasî kir'

Leyla piştî ji hevserê xwe cuda bû, li aliyekî 2 zarok mezin kirin û li aliyê din têkoşîna xwe ya siyasetê berdewam kir. Di sala 1994`an de bû endamê Rêveberiya Bajar a HADEP'a Konyayê û dest bi têkoşîna siyasî kir. Piştî rêveberiya bajar heta sala 1999'an bû Seroka Baskê Jinan a HADEP'ê. Leyla çîroka xwe ya siyasetê wiha anî ziman: "Piştî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat girtin, min ji wekî jinek di nava tevgera kurd de biryar da ku êdî bi awayekî profesyonel têbikoşim. Min biryar da ku ez bêtir ji bo gelê xwe bixebitim. Ji ber vê yekê min bêtir di nava têkoşînê de cih girt."

Piştî bû şaredar 5 salan hat girtin

Leyla, piştî zarokên xwe mezin kir, di sala 1999'an de li Konya yê bû namzetê HADEP'ê. Di sala 2001'an de çû Enqereyê û di rêveberiya Navenda Baskê Jinan de cih girt. Heta sala 2004'an karê xwe berdewam kir. Di sala 2004'an de piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bû şaredara Bajaroka Kuçuk Dikiliyê. 5 salan şaredariya Kuçuk Dîkîliyê kir. Di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an li Wêranşarê bû Şaredar. Lê hêj 8 mehê wê temam nebû ji doza KCK'ê ve hat girtin û 5 salan li Girtîgeha Tîpa F a Amedê girtî hat hiştin. Leyla, destnîşan kir ku vê girtinê ji moral û hêza wan tu tişt kêm nekir û dê coş û hêza xwe berdewam bikin. Li hûrdir jî û li derve jî serbilind in.

'Em li pêş zindanan di êrîşan de hişyar û zane bûn'

Leyla, destnîşan kir ku ew gelekî mazlûm in û her dem rastî zextan dihatin û wiha axivî: "Me dizanî bû kurd di dîrokê de rastî zextan tên. Me dizanî bû ji ber nabin yek zextên li ser wan zêde dibin. Li ser vê yekê me hêdî hêdî yekîtiya xwe xurt kir. Gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê xwe bi hêz kir. Ji ber vê têkoşîna xwe ez kêfxweş im û keyfê ji vê têkoşînê digirim. Dema têkoşina jinê dest pê kir, ewil kesî bawer nedikir ku têkoşîna jinê mezin bibe, xurt bibe û ew qasî belav bibe. Kesî bawer nedikir ku jina kurd dê ew qas zane bibe û tevlî siyasetê bibe. Em li ber zindanan bi êrîş û zextan hişyar bûn û Me got 'ger şer hebe, ji bo şer bi dawî bibe divê jin derkevin derve'. Ji ber vê yekê têkoşîna me dê bidome."

'Em di nava têkoşînê de fêrî gelek tiştan bûn'

Leyla, da zanîn ku ew nizane çawa têkoşîna 25 salan derbas bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû rojên min bi têkoşînê derbas bû. Her dem em bi fikra çawa têbikoşin rabûn û rûniştin. Ji bo bi hezaran kurdên girtî serbest bên berdan, ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, ji bo ciwanên kurd karibin tevîi siyasetê bibin, ji bo jin azad têbikoşin, her dem difikirin ku dê jinan çawa ji bin zextan derxin û çawa ji bin hişmendiya mêr a zilam rizgar bikin. 25 sal berê dema ez hatim tevlî partiyê bûm min xwe jî nas nedikir. Piştî min partî nas kir min xwe jî nas kir. Niha vîna jina kurd di nava partiyê de pir bi hêz e. Niha bi hêsanî dikarin vîna xwe aşkere bikin. Em dizanin ku kurdan ked û bedelên mezin dan. Ger ku pergal bê guhertin dê bi destê jinê bê guhertin. Niha mêrên di nava partiyê de jî hinekî xwe guhertin. Dibe ku hêj gelek kêmasî hebin. Lê her dem em nêzîkatiya wan a li hemberî jinê hişyar dikin û rast dikin. Li Rihayê jin di qada civakî de xwedî derfetên gelek kêm in û hêj nikarin xwe ji nava çar dîwaran rizgar bikin. Ne hêsan e xwe ji nava çar dîwaran derxin û vîna xwe aşkere bikin. Karê me zor e, lê têkoşîna me dê berdewam bike. "


(mae/rc)