KJA’yê li Cizîrê buroya hilbijartinê ya jinan vekir
19:46
JINHA
ŞIRNEX- KJA’yê li Cizîrê buroya hilbijartinê ya jinê vekir. Li vê derê Namzetê HDP’ê yên Şirnexê axivîn û diyar kirin ku germahiya gel ya li hember wan di xebatên hilbijartinê de dide nîşandan ku wan ji niha de bendavê derbas kiriye.
KJA li Cizîrê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Nemzetên HDP’ê Aycan Îrmez û Leyla Birlik, Hevseroka Şaradariya Cizîrê Leyla Birlik, Hevseroka Şaradariya Dêrgulê Berivan Ozlem Kutlu, meclisa jinên Silopiyê û gelek jinên Cizîrê tevlî vekirina buroyê bûn. Berî vekirinê jin ji parqa Dortyolê heta taxa Nurê bi Erabane û durêşmên “Jin jiyan azadî”meşiyan li vê derê jinan govend gerand. Piştî deqeyek rizgirtinê li ber buroya hilbijartinê Endama KJA’yê Asya Yüksel axivî. Asya got ku ew bi hêvîne bi hêza jinê bendavan hilweşînin û AKP’ê di bin de bixeniqînin.
‘Êdî gelê kurd nayê xapandin’
Piştî axaftina Asya Aycan îrmez axivî. Aycan da zanin ku ew di xebatên hilbijartinê de ji tavrê gelê Botanê fam dikin ku wan ji vê niha de bendavê derbas kiri ye û wiha got:” HDP'ê ne tenê ji bo gelê Kurd heye gelê Tirk jî herê zimanê wan heye lê ew jî bindestin. Proja HDP'ê projeya hevseroktiye û ji bo hemu gelan e û bi taybet jî ji bo jinan e.” Aycan diyar kir ku çawa jin li Kobanê bi ser ketine dê jin bi wî rengî di hilbijartinê de jî bi ser bikevin.”
Piştî Aycan Leyla axivî. Leyla axaftina Serokwezîr Ahmet davutoglu ku doh li Şirnexê kiribû rexne kir û wiha axivî:” Davutoglu dibêje emê ji were rê çêkin ka bira binêre rêwî diçin kuder ê. Rê li ku çêkirine hemû diçin qerekolan û nuqteyên askeri yê. Raste teleferik çêkiriye lê ji bo ku tank û topan û çekan bigihijine çiyayê Kurdistanê û gelê Kurd bi van dek û dolaban dixapîne.”
(ma/rc)