Buroya HDP'ê rastî êrîşa molotofkokteyê hat
12:32
JINHA
STENBOL - Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li taxa Çamliçeşem ya Pendîkê rastî êrîşa molotofkokteylê hat. Di êrîşê de zirara madî pêk hat.
Êrîşên li hemberî HDP'ê û bûroyên hilbijartinê yên HDP'ê berdewam dikin. Li taxa Çamliçeşme ya navçeya Pendîkê ya Stenbolê şevê din kesên nasnameya wan nediyar bi molotofan êrîş li buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin. Di encama êrîşê de di buroyê de zirara madî çêbû û şewat derket. Piştî êrîşê welatiyên tax û HDP'î hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin. Rêveberên HDP'ê diyar kirin ku êrîş bi awayekî organîzeyî pêk tên û lempeyên kolanê yên buroya wan 10 rojin naxebitin ji bo bên çêkirin gelek caran serlêdan kirin lê tu tişt nehatin kirin. Piştî êrîşê polîs hat cihê bûyerê û dest bi lêkolîn kirin.
Rêxistina HDP'ê ya Pendîkê wê di saet 13.00'ê de li ber avahiya Rêxistina HDP'ê a Navenda bajêr bi daxuyaniyek çepemenî bûyerê şermezar bike.
(rc)