Şamiran İshak: Ji bo jiyanek azad divê jinên suryani dengê xwe bidin HDP ê

11:34

Ceren Karlıdag/ JINHA

İZMİR - Seroka Komela Baskê Jinan ya Hevgirtina Demokratîk a Suryaniyan Şamiran Îshak diyar kir ku HDP ji bo hemû gelek fersetek gelek girtinge û divê hemû gel di ferqa vê firsetê debe. Şamiran balkişand ser 100 sal derbasbûna qirkirina Suriyaniyan û got: "Dê dewlet ji bo me weda jiyana azad bide. Lê dema ku HDP'ê bend derbaskir dê baştir bi şêweyê azadî û demokrasiyê hesabê qirkirinan bê pirsîn."

Piştevaniya ji bawerî û gelên cuda ya ji bo HDP ya bi duruşma "Emê bilin meclisê" dest bi xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê kirî hîna berdewam dike. Weke hemû gelan HDP ji bo jinên suriyaniyên ku şahidên qirkirina 100 salan û kirdeyên wêne jî qazancek gelek mezine. Seroka Komela Baskê Jinan ya Hevgirtina Demokratîk a Suryaniyan Şamiran Îshak bang li jinên suryanî kir û wiha got: "Ji bo pêşerojek azad dengê xwe bidin HDP'ê"

'Tengasî bi tevgera azadiyê digihin çareseriya xwe'

Şamiran balkişand ser pirsgirêkên jinên suryanî û wiha domand: "Jinên suryan yên ku ji derveyî welat dimînin gelek zoriyan dikişin. Gelek ji wan ji ber pirsgirêkên ewlehiyê malbatên wan ew neşandin dibistanan û destura karkirinê jî nadin wan. Ji ber di nava jiyanek ya heya mêrnên wan jî xwe weke suryanî nadin nasîn dijîn."

'Me jiyana wekhev li Rojava dît'

Şamiran anî ziman ku ji bo derbaskirina van pirsgirêkan rola Tevgera Azadiya Kuran giringe. Şamiran bilêv kir ku gelê suriyanî ji tekoşîna gelê kurd didin bandor bûne û lê xwedî derdikevin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku ev tekoşîna zêdetir bi hêz berdewam bike em dixwazin ku aktîvîstên jin zêdetir wê bi hêz bike. Me jiyana hevpar li Rojava dît. Em weke suryanî çî di nava YPG û YPJ'ê debe çî jî yekîneyên me yên tayîbet be me berxwedan mezin kir û çî ji destê me hat me kir. Di aliyê siyasîbûnê de kêmaniyên me hebin jî em jin û mêr di nava tekoşînê denin."

'Tekoşîn ne tenê kurdan dê me hemûyan azad bike'

Şamiran diyar kir ku ew weke jin bi salan bûne mexdurê polîtîkayên qirkirin û helandinê û wiha dom kir: "Bi nasnama jinbûn û suryanîbûnê ji bo jinên suryanî banga min heye. Berî niha ez bernamzetê Hevşaredariya Majarê Mezin yê Amedê bûm. Ti rêxistinên siyasiyên ku evqas giringiyê didin nûneriya jinên suryanî nîne. Şansê ku me ticarî bi dest nexistiye Tevgera Azadiya Gelê Kurd daye me. Ji ber wê jî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ne tenê ji bo azadiya gelê kurde, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelan gelek giringe. Di pêşiya me de hilbijartinek gelek giringe. Divê ji bo pêşerojek azad jin dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber em tenê dikarin xwe di vê patiyê de bibînin."

'Dema ku HDP'ê bend derbaskir dê wê demê hesabê qirkirinan bê pirsîn'

Şamiran destnîşan kir ku li ser erdnîgariya Anadolu û Mezopotamyayê gelên elewî, çerkez, kurd, suryanî û ermeniyên ku di qirkirinan re derbasbûyîn li peyî wan qirkirinan jiyanên tije travma mane. Şamiran da zanîn ku gelên di qirkirinan re derbasbûyîn bêyî ku dewlet ji bo wan tiştekê bike bi halê xwe re mane. Şamiran bilêv kir ku divê ji qelên di qirkirinan re derbasbûyî lêbûrînek ne bi gotinan bi rastî bê kirin û wiha domand: "Dê dewlet ji bo me weda jiyana azad bide. Lê dema ku HDP'ê bend derbaskir dê baştir bi şêweyê azadî û demokrasiyê hesabê qirkirinan bê pirsîn."

(zt)