Jinên Ezerî ji bo wekheviya gelan piştgiriyê didin Kiznaz Turkelî
09:25
JINHA
ÎDİR - Li bajarê Îdirê ku piraniya wî ezerî ne, jinên ezerî ji bo wekhevî, azadî û aştiyê piştgiriyê didin namzeta HDP'ê ya Îdirê Kiznaz Turkelî û ji bo Kiznaz dixebitin. Jinên gundê Meleklî ku heman demê gundê Kiznaze jî jin seferber bûne û dibêjin "Em pir ji kurdan hez dikin. Em xwişk û bira ne û em dê vê hevalbentdiya xwe berdewam bikin û piştgiriyê birin Kiznaz."
Li herêma Serhedê xebatên HDP'ê yên hilbijartinê û namzedên HDP'ê rastî eleqeyek mezin tên. Li bajarê Îdirê ku piraniya wî ezerî ye HDP'ê bi xebat û namzetên xwe coşek mezin û hewayek germ ava kiriye. Gelê ezerî jî vê carê bi namzetên HDP'ê kêfxweş in û piştgiriyê didin HDP'ê. Namzeta HDP'ê ya jin jî namzedek ezerî ye û ji aliyê gel ve pir tê hezkirin. Namzeda Jin a HDP'ê Kiznaz Turkelî, ji gundê Meleklî yê Îdirê ye û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Kiznaz, di xebatên hilbijartinê de destnîşan dike ku ger bibe wekîla gel berî her tiştî dê dest bavêje pirsgirêka jinê. Kiznaz rastî piştgiriyek mezin a jinên ezerî jî tê. Kiznas ku li bajaroka Meleklî ya 2 hezar malên wê hene ji aliyê jinên kurd û ezerî ve pir tê hezkirin û hemû jin piştgiriyek mezin didin Kiznaz. Hemû jinên ciwan û pir dibêjin "Em li pişta Kiznaz in" û ji bo wekhevî, aştî û hevalbendiya kurd û ezeriyan piştgiriyê didin Kiznaz.
Jinên ezerî destnîşan kirin ku baweriya wan Caferî ye û li hemberî gotina Serokomar Erdogan a wekî "3 hesletên vana hene. Tekiye heye, derew heye, îftira heye. Encama hersiyan fitne, fesadî heye. Vana şia derbas kirine" zêde bi bertek in.
'Keça min dê ji bo wekheviya kurd û ezeriyan têbikoşe'
Dayika Kiznaz Turkeli Nubar Turkeli ya 92 salî destnîşan kir ku bi namzediya keça xwe pir kêfxweş e û keça wê dê ji bo wekhevî, aştî û azadiya kurd û ezeriyan têbikoşe. Nubar xwest her dem ji bo mirovên kedkar, jinên bindest têbikoşe bibe alîkarê xizan û feqîran. Xizm û gundiyên Kiznazê jî pir dixwazin Kiznaz bi ser bikeve û biçe meclîsê. 25 salin em li vir diçin zozanan. Heta niha me xerabî ji tu kesî nedît. Em pir ji kurdan hez dikin. Bila her dem kurd û ezerî heval û hogirên hev bin. Bila keça min jî her dem ji bo hevalbendiya kurd û ezeriyan têbkoşe.
Dotmana Kiznaz a 70 salî Refiye Turkelî jî anî ziman ku jin bi salan bi kedek erzan li nava zeviyan karê çape dikin û keda jinan tê binpêkirin. Refiye, xwest berî her tiştî cihên kar bên vekirin û keda karker, karmend û jinan bê parastin û wiha got: "Em dixwazin di meclîsê de nûnerên wan ên jin hebin. Em hemû piştgiriyê didin Kiznaz.
'Ev hilbijartina me ya qederê ye'
Jinapa Kiznaz Gonul Turkelî jî anî ziman ku hemû jinên ezerî ji bo Kiznaz dixebitin û ev hilbijartin êdî ji bo wan qeder e. Xizma Kiznaz Hazer Turkelî jî anî ziman ku baweriya wan ji Kiznaz tê û xwest derfetên kar ji hemû kesan re ava bike. Hazer xwest berî her tiştî yekîtî û tifaqiya gelan xurt bike û aştiya gelan pêş bixe.
Xwişka Kiznaz Zulfusiyah Kiliçtekin jî anî ziman ku heta dawî piştgiriyê dide Kiznas û ew ji bo wekhevî aştî û azadiya kurd û ezeriyan têdikoşe.
(mae)