Ji YNK'ê Şehnaz Îbrahîm: Serkeftina HDP'ê serkeftina me ye

13:53

JINHA

SİLÊMANÎ - Berpirsa YNK'ê Şehnaz Îbrahîm piştevaniya xwe ya li gel namzetên jin ên HDP'ê anî ziman û got: "Di pêvajoyek wiha de pêwîste hemû partiyên siyasî bê tirs û bê guman piştgiriyê bidin HDP'ê.

Berpirsa Têkliyên Derve a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Şehnaz Îbrahîm beştarî bernameyek a televîzyona Kurdsatê bû û Hilbijartina 7'ê Hazîranê a ku wê li Tirkiyê pêk were nirxand. Şehnaz Îbrahîm anî ziman ku, zêdebuna jinan a di listeya HDP'ê de girîng dibîne û wan şanaz dike.

Şehnaz wiha got: "Zêdebuna namzetên jin di nava HDP'ê de çavkaniya zindîbunê ye û di vê hemû kurd ji vê yekê serbilind be. Jina kurd xwe di gelek aliyan de pêşxistiye, ji ber vê yekê pêwîste hêza jina Kurd bi çûk neyê dîtin. Di rizgar kirina Kantona Kobanê de jina kurd pêşegtî kir. Jina kurd ji bo hemû cîhanê bu çavkaniya hêz û moralê. Ji ber vê yekê em ji hemû namzetên jin ên HDP'ê re serkeftinê dixwezin û em hêvî dikin ku wê di siyaseta serbikevin."

Şehnaz Îbrahîm diyar kir ku, ji bo hilbijartina 7'ê Hazîranê 268 namzetên jin a ku di binya HDP'ê de hatiye diyar kirin ew gelek girîng dibîne û anî ziman ku pêwîste jinên Başûrê Kurdistanê bi awayek vekirî û bi hêz piştgirî xwe ligel namzetên jin bide nîşandan. Şehnaz wiha domkir: "Jinên HDP'ê ji bona me mînakin û serkeftina wan serkeftina meye. Di pêvajoyek wiha de pêwîste hemû partiyên siyasî bê tirs û bê guman piştgiriya xwe bidin HDP'ê."


(rc)