Jin ji bo jiyana nû dicivin
12:59
JINHA
AMED - Namzetên Jinên HDP'ê yên Amedê sibê li Parqa Koşuyoluyê kurdiyê jinan vedike.
Dê Namzetên jin yên HDP'ê li Amedê ji bo ku jin xwe îfade bikin kursiyê hilbijartinê danin. Sibê di saet 16.00'an de li Parqa Koşuyoluyê namzetên jinên HDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan, Feleknas Uca, Çaglar Demirel, Sibel Yigitalp û Nesrin Hilal Şanli beşdar bibin.
Girêdayî mijarê banga ji bo hemû jinên Amedê hatî kirin wihaye: "Banga me ji bo hemî jinan! Dengê xwe didî kê bidê, lê îro mil bi mil li cem me bisekine! Em bang dikin ku hemî jinên Amed'ê, werin hevdîtina endamê parlementer ên jin, biaxivin, pirs û bendewariyê xwe yek yek parve bikin. Em ji bo jinan jiyaneke nû xeyal dikin:
Em jiyaneke ku; bi tundiya mêr re rû bi rû nemayî, neyên kuştin, di kolanan wê de azad digerin, tu kes tevlî laçika li serê me, xwekirina cilên li ser me nebin; Kujêrên jinan di aliyê dadgehan de neyên pak kirin; Ji bê kariyê, ji birçîbûnê, mala xwe, gundê xwe, parka xwe, bajarê xwe neçarî terk nekirî; Meclîseke ku nîvê wê jin, temsîla têkoşîna jinan bi parlementerên jin dike; Şûna tundî û şer, biratî û aşitî were ava kirin; Cudahiya ol, ziman, netew, bawerî, mezhep û zayendî nemayî; Înşa kirina civakek Demokratîk, Ekolojîk û Wekhev, xeyal dikin.
Em jin in!
Em nîvê cihanê ne!
Bi jina azad Em ber bi meclîsê!
Welatekî ku "Em" azad bibin em xeyal dikin!"
(zt)