Di medyaya civakî Kartpostayan de tekoşîna jinan ya hilbijartinê
11:38
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Kartposta ya ku di hilbijartina sala 1920'an de li Amarikayêk ji bo jinan cihek giring girtî niha jî cihê wê facebook û twitter girtiye. Di sala 1920'an de ji bo ku jin mafê xwe yê dengdanê bidest bixin propagandaya xwe bi kartpostayan kirine û weke notek giring ketiye dîroka cîhanê, di roja me ya îro de jî jin bi medyayên civakî ji bo bidstxistina mafê xwe propagandayê berdewam dikin. Jinan ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP'ê ser medyaya civakî serferberî dane despêkirin. HDP partiya ku dê di dîroka cîhanê de bi nûneriya wekhev bikevin meclisê amadekariyê şoreşa jinan dike.
Medyaya civakî ya ku di dîroka siyaseta cîhanê de rolên giring leyîstiye di roja me de jî bi şêweyên cuda berdewam dike. Di dawiya salên 1800'an û despêka salên 1900'an de jî cardin medyaya civakî rolê xwe yê girting leyîstiye. Di salên 1908'an de li Amarikayê jinan di hilbijartinên seroktiyê de bi tekoşînek mezin ya kartpostayê mafê xwe yê dengdanê bidest xistin. Di tekoşîna karkeran ya li Amarika û Îngiltereyê cardin kartpostayê cihek girting girt. Lê weke tekoşîna karkeran wê demê tekoşîna jinan nehat pêşxistin. Di kartpostayên wê demê de tekoşîna jinan cîh negirt û bi rolên hêsan danê ew paşde xistin.
Jinan li hember vê tekoşîna xwe mezin kir û 4 hezar û 500 kartposta çapkirin û di wan de balkişandin ser tekoşîna jinan û peyamên weke: "Hun ne neçarin ku van bikin" û "Newin lîstokên mêran" dan.
Di tekoşîna jinan ya dema hilbijartina Amarikayê de kartpostayê rolek giring girtiye. Li gel hemû tindî, girtin û îskenceyan jî di 26'ê Tebaxa sala 1920'an de di nava navnetewî de jinan mafê xwe yê dengdanê bidest xistin. Niha jî hemû çav li ser HDP'ê ne jinan hema bêje mediyaya civakî xistine bindestê xwe, hem jî di qadan de tekoşîna xwe berdewam dike û dê di dîroka cîhanê de yekem car weke HDP bi nûneriya wekhev têkevin meclisê.
(zt)