Di 7'ê Hezîranê de çavdêrên HDP'ê dê çavên xwe çar veke
10:30
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - HDP û DBP'ê ji tecrûbeyên hilbijartinên borî û ji bo ku pêşî li hember ne heqiyên ku di hilbijartinan de tên kirin bigre, giranî daye perwerdeya çavdêran. Hevseroka Navenda DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku, ew perwerde ji bo parastina sandiqan didin û got: "Di hilbijartinên dema borî de hûkûmeta AKP'ê gelek fen û helwestên ne sinc pêkanîbu. Ji ber vê yekê em jî bi taybet perwerdê didin çavdêran û erkdarên sandiqan ku çav û guhên xwe vekirî bigrin."
Hûkûmeta AKP'ê bi fen û dolabên xwe ya sendiqên hilbijartinê her kesê dixe gumanan. Ji bo tedîbîr li hember rewşên awerte bê girtin HDP'ê bi perwerde dide çavdêran û erkdarê sendiqan. HDP û DBP'ê ji bo pêşî li fen û dolaban hilbijartinê bigre li 81 bajaran xebatên perwerdê didomîne. Derbarê xebatên perwerda çavderiyan jî Hevseroka navenda DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku, ew li hember fen û dolabên ku bê kirin tedbîr digrin û wiha got: "Li 10-15 navendan me xebatên xwe bi dawî kir. Li navendên din jî dê pêwendiyên me bidomin."
'Emê sîstemek înformatîk avabikin'
Hafîze da zanîn ku ewê sîstema înformatîk avabikin û her wiha ew ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê bi çavdêr û erkdarê sandiqan re, sîstemek têknîkî li ser telefona amede kirine. Hafîze wiha got: "Niha li hemû dibistanan de di çerçoveya sandiqên HDP'ê de xebat despêkir. Bi taybet li vê heremê serokên sandiqan û çavdêr hatine tespîtkirin û derbasî sîstema xwe bûne. Bi vê sîstema ku me avakiriye em dikarin tespît bikin ku li kîjan dibistanê çi hatiye dizîn û kî dizî kiriye. Ev sîstem girêdayî navenda giştî ye û navend jî dibîne. Ji ber vê yekê navend dikare bi carekê ve mudaxale jî bike."
Hafîze destnîşan kir ku ew di binya DBP'ê de perwerde didin û li ser rêgeza raghîneriyê û ûslubên ku pêwîste were bi karanîn jî radiwestin. Hafîze wiha pêde çû: "Wê di rojên pêşde perwerdeyên me bi dawî were. Di hilbijartinên dema borî de hûkûmeta AKP'ê gelek fen û helwestên ne sinc pêkanîbu. Ji ber vê yekê em jî bi taybet perwerdê didin çavdêran û erkdarên sandiqan ku çav û guhên xwe vekirî bigrin." Hafîze her wiha anî ziman ku, çavdêr pêwîste kengî amede bin û çewan nêzî erkê xwe bibin hatine agahdar kirin.
'Çavdêrên me yê seyar jî dê hebin'
Hafîze wiha got: "Komên çavdêr ên seyar jî dê hebin, da ku encamê hilbijartinê bi awayek lez bigîne navenda rêxistinê. Pêwîste çavdêr hemû helwestên dijraber yên ku derbikevin raghînin serokên navçe û bajêr û her wiha parlementer û namzetan jî agahdar bê kirin." Hafîze her wiha ji bo welatiyên ku xwendin û nivîsê wan tune ye wê çewan deng bidin diyar buye û her wiha di dema hilbijartinê de berpirsê sandiq û hilbijêr bi hevre dê neçe ser sandiqê û her partiyek ji bo xwe dayîna nasîn li cihê xwe dê alên partiya xwe daliqîne.
Emê maseya qeyranê avabikin'
Hafîze anî ziman ku ewê di 7'ê Hezîranê de, dê navenda giştî û koordînasyona navendî bi hevre maseya qayranê avabikin û dê encamê hilbijartinê bi sîstema înformatîk ve bê eşkere kirin. Hafîze wiha dawî li gotina xwe anî: "Xebatê çavdêran tenê encama girtenameya mohra şil bigînin me ye. Komisyona huqukê jî ji parastina van girtenameyan berpirsyare."
(rc)