'Jinên rêxistinkirî demokrasiyê bînin Tirkiyê'

09:20

JINHA

AMED- Li navçeyên Erxenî û Çûngûşê ya Amedê mitîngên xebatên hilbijartinê hatin lidarxistin. Di mitîngê de Nursel Aydogan da zanîn ku HDP ji bo hemû pirsgirêka derman e û divê hemû kes di bin banê HDP'ê de bibin yek.

Li navçeyên Erxenî û Çûngûşê ya Amedê HDP ji bo xebatên hilbijartinê miting li dar xist. Hevserokê Şaredariya Bajar a Mezin ya Amedê Fırat Anlı,parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan, İdris Baluken, rêveberên HDP û DBP'ê ji alî sedan welatî hatin pêşwazî kirin û bi konvoyê derbasî qada mitîngê bûn. Parlamenterên ku li navçeyan bi def û zurneyê bi dîlanan hatin pêşwazî kirin tevlî dilanê bûn. Axaftinên vekirina mitingan Hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyan kirin. Piştre Hevserokê Şaredariya Bajar a Mezin ya Amedê Fırat Anlı axivî û der heqê xebatên şaredariyê agahî da. Di mitînga Çûngûşê de dema axaftina Fırat de bi slogan û tilîliyan kevokên sipî hatin firandin.

Nursel Aydogan jî diyar kir ku heger aşitî û aramî dê were vî welatî rayên ku hun bidin HDP'ê wê piroz be, ev sekneki bi rumet e. Nursel axaftina xwe wiha domand: '' li pişt partiya me bisekinin û bi me bawer bin. Lewre ji vê baweriya xwe hun ê poşmam nebin. Lewre him ji bo pirsgirêkên heremî him jî yê giştî ya siyasî HDP derman e. Em çiqas mezin bibin wê hewqas pirsgirêkên me were çareserkirin. Em bang li hemû kesan dikin ku vê dermanê bila bi kar bînin.'' Nursel li mitînga Erxenî jî axivî û bal kişand ser êrîşa li hember jina bi navê Mutlu Kaya pêkhat û buyera li Çermûgê qewimî bû ku jinek hatibû qetilkirin û got: '' mirin ne qedera jina ye.'' Nursel da zanîn ku HDP azadiya jinê esas digre, partiya jina ye û li hember zihniyeta serdest ya mêran têdikoşe û got: '' jin çiqas bi rêxistin bibin dê Tirkiye hewqas demokrat bibe.'' Nursel axaftina xwe bi bangawaziya li jinan bi dawi kir ku hemû jin di bin bana HDP'ê de were ba hev.

Namzeta Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yiğitalp jî axivî û diyar kir ku mifteya aşitiyê di destê HDP'ê de ye û tenê HDP dikare aşitiyê pêk bîne. Sibel got ji bo dîtina vê be jî divê hemû kes rayên xwe bidin HDP'ê.

Cara dawiyê parlamenter İdrîs Balûken mafê axaftinê girt û bi silavên ku ji İmraliyê ji bo gelê Amedê aniyê dest bi axaftina xwe kir. Gel li hember vê bi coşek mezin bi dirûşmên 'silav silav ji İmraliyê re hezar silav ' bersiv da.

Mîting piştî axaftina İdrîs bi slogan û tilîliyên gel û bi dîlanê bi dawi bû. Parlamenter piştî mitinga Çûngûşê esnafan ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdarî kir.mitînga Erxenî jî bi stranên Koma Gireva Rojê bi dawi bû.

(ch)