Selma Irmak: Emê reng û talebên jinan bibin meclisê

13:57

Gûlşen Koçuk / JINHA

COLEMÊRG - Namzete Parlementiya HDP'ê Selma Irmak girîngiya hilbijartinê û rola jinan nirxand. Selama di axaftina xwede behsa "koalîsyona gel" kir û anî ziman ku ewê koalisyona jinan jî avabikin. Selma anî ziman ew dê hewil bidin ku "Jin di nava siyasetê de xwedî hebûn be" û Selma, hemû jin dawetê ku rengê xwe bidin meclîsê kir.

Bi armanca xebatên hilbijartin û bangewaziya HDP'ê a "Jiyana nû" û "Rûmeta mirovahî" bê navber didome. Namzeta parlementeriyê HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak xebatên xwe ên hilbijartinê rêve dibin. Selma Irmak di çerçoveya doza sereke ya KCK'ê de hatibû girtin û piştî salên dirêj hat tahliye kirin. Selma Piştî salek Parlementeriya Şirnexê kir niha jî bu namzeta gelên Colemêrgê. Colemêrg wê cara yekem jinek parlementer hilbijêre ew jî Selma Irmake. Selma bang li ciwan û jinan kir ku, li dora jiyana nû bicivin.

'Ji bo min rûmetek mezine ku li Botanê namzet hatime nîşandin'

Selma destnîşan kir ku, hilbijartin rastî pêvajoyek girîng hatiye û ev hilbijartin hem dîroki ye hem jî dê gelek tişt nava xwede biguhere. Selma got: "Projeya HDP'ê projeya demokrasî û yekîtiya hem netew û gelan di nava xwede digre." Selma anî ziman ku ji ber ew li Botanê namzet hatiye nîşandan ji vê yekê ser bilinde û wiha pêde çû: "Gelê Botanê her dem li gel têkoşîna me bûn. Têkoşîn azadî û demokrasiya gelê Kurd li ser xaka Botanê şînbû û piştre belav bû. Botan heman carê xwedî dîrokek serhildêre û tu caran rê nedaye dagirker çiyayên zagrosê derbas bike. Ji bo min rûmetek mezine ku li Botanê namzet hatime nîşandan û xwedî wateyek cûdaye ba min. Emê bi xebat û kedê xwe xwedî li nirxê van xakan û li gelê wê derên."

'Dê rengê jinan mohra xwe li hilbijartinê bide'

Selma anî ziman ku, têkoşîna gelê Kurd ji roja despêk heya niha bi felesefeya "Ger jin azad nebe civak jî azad nabe" pêşve diçe û jina kurd jî di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî ked û berpirsyariyek mezine. Selma destnîşan kir ku, li hember pergala biçûk xistina jin, bi têkoşîna netewa Kurd re cardin têkoşîna azadî bilind dibe û her wiha Selma bi lêv kir ku, HDP'ê jî di heman şêwazê pêşve diçe û xwe weke "Partiya Jin" dide nasîn. Selma da zanîn ku, di nava hemû teşkîlatên HDP'ê de nûnertiya hevpar a hevseroktî heye, Selma her wiha diyar kir ku, ji 550'î namzetên HDP'ê 268 namzetên jin hene ev yek jî rêgeza hevpar a partiyê diyar dike. Selma anî ziman ku ew jî yek ji namzetên jine û wiha got: "Ez giranbûna karê xwe li hîssdikim. Jinên Colemêrgê hem yên gerîlla hem jinên ku di siyasetê de cihê xwe digre hem jî yên di civakê de, hêzê xwe danîn holê ku dikare serkeftinê bi dest bixe. Li cihê ku lêgerîna azadî û jinên serhildêr hebin ji bona min jî hêzek mezin ava dike. Weke li her heremê dê li Colemêrgê rengê jinan mohra xwe li hilbijartinê bide."

'Jin daxweza çareserkirina pirsgirêkên xwe dikin'

Selma bi lêvkir ku, ew di xebatên hilbijartin û civînên xwede, ne tenê behsa hilbijartinê dikin heman demê de li ser projeyên ku piştî hilbijartinê pêkbînin jî dipeyivin û Selma bin gotina xwe xêzkir û diyar kir ku ewê bi hilbijartinê re rengê jinên Colemêrgê bibe meclîsê. Selma bal kişand ser hêza û vîna jina Herema Botanê û daxweza jinan ji HDP'ê re rave kir. Selma diyar kir ku daxweza jinên Colemêrgê ji HDP'ê ew ku, di nava siyasetê de hîn zêdetir cih dayîne û buyîna xwedî gotine û Selma wiha dom kir. "Jin dixwezin polîtîkayên civakê jî biguharin. Ji ber mal, civak û hişmendiyên zeyendi jin rastî kuştin û gelek zehmetiyan tê. Ev pirsgirêkên girîng ya jinane. Jin dixweze têkoşîna çareseriya van pirsgirêkan bide." Selma destnîşan kir ku pirsgirêka jin wê bi rêxistinbun û bi perwerdê re çareser bibe ev yek jî dê ji hereman ve were çareser kirin.

'Weke hevgirtinê gelan dê jin hevgirtinê xwe avabikin'

Selma diyar kir ku ew "Me kolîsyona gelan avakirin", û dixwezin bi hemû kesiman re hevdîtinan pêkbînin lê belê navên ku tên pêşniyar kirin piraniya wan mêrin. Selma bi lêvkir ku, ew ji hemû pirsgirêkên jinan re yek nêz dibin û wiha dom kir: "Kolîsyona gel pêwîste ji ber civak tê dagir kirin, lê jin du car sê car tê bindest kirin. Ji ber vê yekê ji bo wan xebatek taybet pêwîst dike. Eger em hêza xwe bikin yek emê serketinên bi hêz bi dest bixin. Dê di hilbijartinên demê pêşde jî jin wê werin pêşniyar kirin. Guhartina civakî wê bi îdeolojiya jinan ve pêkwere. Hevgirtina jin dê yek ji xebatên me yên serekebin. HDP'ê ji me re bu hêvî. Emê hêviyên xwe bi hevre bilind bikin. Ez bang li kesên ku, pergala vê jiyanê napejrîne, kesên ku dixwezin nasname û ramanê xwe azad bide jiyan kirin tevlî vê hevgirtinê bibe. Banga hemû jin, ciwan, pîr û mêr dikim tevlî vê cudabûnê bibe. Werin em tev biçin meclîsê û rengê meclîsê biguherin û meclîs bikin meclîsa gelan. Dawî de Selma anî ziman ku pêwîste roja 7'ê Hezîranê her kes xwedî li sandiqan derên û li hember buyerên provokasyonan hişyar bin û got: "Yên ku pereyan bidizin wê diziya her tişt bikin" ji ber vê yekê her kes dawetê şiyar bûnê kir.

(rc)