Koalisyona Jinan: Partiya nêzî wekheviyê ji sedî 45 namezetên jin nîşan dayî HDP ye

11:56

JINHA

STENBOL - Koalisyona Jinan diyar kir ku partiya ku ji sedî 45 namzetên jin diyar kirî û bi wekheviya jin û mêran diçe hilbijartinê HDP ye û got: "Ji bo partiyên jinan ji derve dihêlin ne dengê me û ne jî helaliya me emê nedinê! Emê dengê xwe bidin yên gavan ber bi wekhevî, dad û azadiyê ve di avêjin."

Jin baş beşdarî qadên civakî û siyasetê dibin. Li hember yên hêz û şidetê nîşan didin, siyaseta heyi ya ku newekheviyê pêşdixe, ji bo gengazbûna siyaseta dadê xistina piratîkê rêxistinên jinan yên herêmî û navnetewî xwe bi rêxistin kirine û Koalisyona Jinan avakirine. Koalisyona jinan di derbarê xebatên partiyan yên hilbijartinê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku benda ji sedî 10 li hember komên civakî yên dixwazin têkevin meclisê astenge û wiha hat gotin: "Wekhevî nebe dad jî nîne." Jinan destnîşan kirin siyaseta niha ser deshilatiyê di hilbijartinê de vîna civakî nabîne û jinan ji derveyî siyasetê dihêlin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku yek ji çar partiyên nêzî derbaskirina bendê wekheviya jin-mêran bingeh digire û ji sedî 45 namzetên jin nîşandane HDP ye û wiha berdewam kir: "Partiya ku ji derveyî sê navendan li hemû navendên Tirkiyê namzetên jin nîşandane Partiya Demokratîka Gelane. Bi salane di TBMM yê de ji alîkariya hilbijartinê payê digirin û ji Komisyonên Meclisê zêdetir cîh digirin AKP 37 navendan, CHP li 41 navendan û MHP jî li 51 navendan namzetên jin nîşan nedane. Jin li her derê de hene lê di lîstên partiyên siyasî de nîne! Ji bo partiyên jinan ji derve dihêlin ne dengê me û ne jî helaliya me nîne! Emê dengê xwe bidin yên ber bi wekhevî, dad û azadiyê de di avêjin."

(zt)