Dayîkên Aştiyê: Emê 7'ê Hezîranê bendê bi ser wan de hilweşînin

18:03

JINHA

ÊLIH - Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê êrîşên ser HDP'ê şermezar kir û bang li gelên Tirkiyê kirin ku rêya rast hilbijêrin û bi HDP'ê re bibin yek û gotin: "Serkeftin ya meye. Dê kurd serkeftinê bi desxin û bendê bi serê wan de hilweşînin."

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê bi boneya êrîşên ser HDP'ê şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber Komeleyê hat kirin de ser navê dayîkan Menfiye Çelik xwiha axivî: "Ew nikarin vîna me tine bihesibînin. Heya em di vê jiyanê de hebin, her bombeya ku ew bavêjin emê zêdetir bi hêz bibin û bi zindî beşdarî xebatan bibin. Ew xwîna me dirêjin em jî mirovahiyê hînî wan dikin. Heger em jî weke wan nêzbibana negengaz bû ku wesayîtên wan yên hilbijartinê di nava Êlihê de bigeriyana. Heger li Mêrsîn û Edenê bi sedan hêza wan hebe li vê derê bi sed hezaran hêza me heye. Lê em ji vîna her kesê re rêzdarin."

'Tindî kurda zêdetir bi hêz dike'

Menfiye bilêv kir ku tindî zêdetir kurdan bi hêz dike û wiha berdewam kir: "Şerm û fediye. Êdî AKP'ê bi sabûnê bişon jî pak nabe. Em pir baş bi derew û fêlên wan hesiyane. Em wekheviyê dixwazin ew mirinê. Emê heya 7'ê Hezîranê sebirê bikin, lê di 8'ê Hezîranê de jî emê wan di sindoqan de binax bikin. Dê wê demê bizanin hemû tiştên wan valaye." Menfiye di dawiyê de bang li hemû gelên li Tirkiyê kir ku wiha dom kir: "Werin rêya rast û di nava HDP'ê de bigihin hev. Azadî ya meye. Dê kurd bigihin serkeftinê û bendê bi ser wan de hilweşînin."

(za/zt)