Di encama Lêkolîna Deng de 'Jiyana nû' derket pêş

11:36

Sarya Gozuoglu - Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED - Xebatkara Koma Lêkolîna Deng Hêlîn Demîr diyar kir ku, piştî buyerên dawî yên li Tirkiyê pêkhatên, êdî bendewariya welatiyan ji hûkmetê nemaye û wiha got: "Her deriyê ku me lêda, em rastî bersiva dengê me ji HDP'ê re ye hatin. Welatiyên Amedê tenê hêviya wan HDP'ê ye."

Lêkolîna Deng bê navber ji bo encama anketên hilbijartinê li her deverên Tirkiyê xebatên xwe didomînin. Her wiha li Amedê jî koma Lêkolîna Deng ya ku ji 7 kesan pêktê li derî derî digerin û nabza welatiyan a hilbijartinê digirin. Xebata ku li taxan, mal û cihê karsaziyan tê meşandin, rastî eleqeyek mezin a welatiyan tê. Xebatkara Koma Lêkolîna Deng Hêlîn Demîr diyar kir ku, li gorî ankêt û lêkolîna ku tê kirin, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê dê dengek mezin bigre. Hêlîn da zanîn ku, ew li 25 bajarên din vê xebata xwe bê navber didomînin û hewil didin ku xwe bigihînin hemû kesimên civakê û wiha got: "Bi awayek berbiçav diyar dike ku HDP'ê li pêşe. Hêviya gel hemû ji HDP'ê ne. Ji bo ankêt û xebatên xwe jî em bê teraf nêzdibin, ji ber vê yekê em bersivek rastir digrin."

'Hûda Par di ankêtê de tune ne'

Hêlîn da zanîn ku, dervî Hûda Parê hemû partî ji bo ankêtan nêzîkatiyek erînî raber kirine û wiha dom kir: "Welatiyên Hûda Parê li hember xebatê ankêtan bi pêşdarazî nêz dibe. Hertim li hember HDP'ê bertek nîşan didin. Ji nûbûnan re girtîne û ji mijarên jin re bêdeng dimînin." Hêlîn destnîşan kir ku tenê ankêtê ku ew amede kiriye, dengê HDP'ê 3866, ya AKP'ê 268, ya CHP'ê 186 û Hûda Par jî tenê 13'e deng girtine. Hêlîn her wiha derbarê xebatên partiyan de ji welatiyan pirskirine û wiha hat gotin: "Welatî diyar kirin ku dê dengê AKP'ê bikeve, MHP û CHP'ê weke berê bidome lê belê HDP'ê bi dengek bilind pêşde biçe."

Li ser pirsa kîjan rêber, bersiv Abdullah Ocalan tê

Li aliyê din Hêlîn anî ziman ku, ew ji welatiyan pirsa hûn kîjan siyasetmedar di ecibînin, bersiva Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag hatiye dayîn. Li ser pirsa hûn kîjan rêber diecibînin bersiva Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn. Li ser pirsa xebatên baş ya kîjan partiyê ye jî, welatî bersivên ecîb dan. Hêlîn got: "Ji bo AKP'ê welatiyan gotin partiya ku herî zêde derewan dike, qetilama vedişêre û diziya vî welatî dike, ji bo CHP û MHP'ê jî gotin gelek nijetperestin. Li hember vê yekê dema me başiya van partiyan jî pirsî bersivê welatiyan pêşneket."

'Dervî HDP'ê hêviyek din tûne ye'

Hêlîn diyar kir ku, li ser pirsa 'hûn ji kîjan partiyê bi hêvîne' bersiv, partiya AKP'ê ji bo wan tarîtiyê rave dike û Hêlîn wiha got: "Welatî piranî diyar kirin ku HDP'ê hêviya jiyana nû dide me. Ji AKP'ê û partiyên din jî bersivên erînî heye lê belê dema em behsa piraniya welatiyên Amedê bikin dervî HDP'ê dê dengê nedin partiyek din."

Di dawîde Hêlîn da zanîn ku ewê encamê ankêtê di dawiya miha Gulanê de ji raya giştî re eşkere bikin.

(rc)