Namzeta HDP'ê Hulya İmak: Baweriya jinan tame

09:15

Derya Ceylan/JINHA

STENBOL - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Herêma 3'emîn a Stenbolê Hulya Îmak diyar kir ku ji ber namzetên HDP'ê nîvî jinin ev jî bi jinan re kelecanek mezin daye jiyandin. Hulya da zanîn ku ji ber wekheviya jin û mêran di nava HDP'ê de baweriya jinan pêtê.

Namzeta Parlementera HDP'ê a Herêma 3'emin ya Stenbolê Hulya Îmak demdirêj di nava tevgera azadiya jinên kurd de cîh girtiye. Hulya demekê pêşengiya Şaxa Komela Mafê Mirovan a Stenbolê kiriye. Hulya bi tayîbetî ji bo mafê jinan keda wan bê dîtin, ji bo mafê gelan û aştiyê xebitiye. Hulya destnîşan kir ku xebatên wan yên hilbijartinê bi nîşandana danezana jinê re despêkir. Hulya anî ziman ku danezanê bi jinan re kelecanek mezin daye çêkirin.

'Jin xwe kirdeya siyasetê dibînin'

Hulya bilêv kir ku heya niha jinan hêza xwe ya cewherî winda kiriye di dema xebatên hilbijartinê de weke cardin li xwe û hêza xwe ya cewherî xwedîderketinê ye û wiha got: "Em bi gel re hewil didin dest danin ser siyasetê û bi xwe xwe rêve bibin. Belê emê dengê xwe bidin xwe û biçin meclisê." Hulya derbirî ku jin xwe weke kirdeya siyasetê êdî dibînin û wiha domand: "Ji ber nîvê namzetên HDP'ê jinin, ev jî bi jinan re kelecanek mezin daye çêkirin. Ji ber niha di meclisê de tenê 78 jin hene. Ji ber wê jî di aliyê wekheviyê de baweriyek mezin tê dayîna HDP'ê. Em vê di qadan de pir baş dibînin. Dema ku em ji jinan re dibêjin dengê xwe bidin xwe dibêjin 'Ji xwe partî partiya meye.'"

'Di aliyê îstihdamê de jin belavbûne'

Hulya da zanîn ku piraniya jinan di cihên bê ewlehiya civakî de dixebitin û piraniya wan jî kar bi destê wan nakevin. Hulya balkişand ser pirsgirêkên jinan yên îstihdamê û wiha berdewam kir: "Di 13 salên dawiyên dema polîtîkaya AKP'ê de jin bi giştî di malan de hatine hebiskirin. Di be ku ser me bandor nekiribe lê di aliyê di malan de hebiskirina jinan de mirov bandorê dibîne. Ji ber herêmên îstihdama jinan hatine belavkirin. Ji ber wê jî êdî ti kar nayê dayîna jinên karmend. Jinan di avêjin ji derveyî îstihdamê."

'Gel hefajariyê weke qedera xwe dibînin'

Hulya destnîşan kir ku di dema xebatên hilbijartinê de wan ji hejariya welatiyan re şahidî kiriye û wiha dom kir: "Li aliyê dinê jî ji bo hejaran alîkariyên vîn şikandinê didin. Me lêkolîna van kir. Di bankayên cîhanê de kampanyayên tekoşîna bi hejaran re ji bo yên feqîr serê neferê 600 TL didinê. Lê AKP ji wê paya hejaran tenê 250 TL weke alîkariya xwe ye nîşan dide û wiha dide. Yê dimîne jî ji bo xwe radike. Niha ewqas jî qut kiriye. Niha ti alîkariyên civakî nîne. Tenê xebata ji bo hilbijartinan heye."

'Êrîş ji aliyê sazumaniyek rêxistinkirî ve hatiye kirin'

Hulya anî ziman ku ji dema despêkirina xebatên hilbijartinê heya niha gelek caran êrîşî ser buro û sitandên hilbijartinê yên HDP'ê kirine û wiha pêde çu: "Em li gelek deverên Deriyareş jî geriyan me û welatiyên li wan deveran bi nêrîna çavan, merheba li hev kirinê û nirxandinan hev têdigihişt. Em têgihiştin ku bi nêrîna çavan be jî hinek binhişiyên heyî tên şikandin û gel dibe yek. Li Deryareş, Ege û Navenda Anadolu yê gel digotin; 'werin me ji vê hikumetê rizarkin.' Niha rizgariya ji AKP'ê û polîtîkaya AKP'ê tenê HDP'ê dibînin.

'Berxwedana Şengal û Kobanê tê texdîrkirin'

Hulya bilêv kir ku berxwedana li Şengal û Kobanê tê dayîn ji aliyê gel ve tê texdîrkirin. Hulya derbirî ku berxwedana gelê kurd ya li hember çeteyên DAIŞ'ê ew di Rojhilata Navîn de kirine hêza sereke ya parastina gel û wiha dom kir: "Ji ber wê ye gelek kesên ji partiyên xwe îstifa dikin û tevlî HDP'ê dibin hene. Dibêjin 'Li hember tarîtiyê ji bo ronahiyê em li gel wene.' Ji ber wê jî Şoreşa Rojava bûye ronahiya xebatên me yên hilbijartinê."

(zt)