Aysel İbili: Ya ji nû ve ezmûna tekoşînê bi min da qazanc kirin Konbaê ye

09:14

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Namzeta Parlementeriya HDP'ê a Antalyayê Aysel Îbili diyar kir ku ji ber beşdarî çalakiyên 12'ê Îlonê bûye ji pîşeyê xwe hatiye durxistin û her roj ser mala wê de digirtin, dema ku ew girtin di girtîgehê de li gel jinên welatparêz maye û ji wan tekoşîn kirin hînbûye. Aysel diyar kir ku ew demdirêj ji siyasetê dur maye û wiha got: "Kobanê carekedinê ez li tekoşînê vegerandim."

Xebatên HDP ya bi duruşma jiyana nû dikeve hilbijartinan bi hemû leza xwe berdewam dike. Yek ji Namzetên HDP a ku bûye partiya gelên li Tirkiyê Namzeta Antalyayê Aysel Îbili ye. Aysela ku xwediyê demboriyek ji tekoşînê dagirtî hîna di salên 1977'an de di dema avakirina Komela Şêwirmendiya Hemû Mamostayan ya Edeneyê (TOBDER) ê de wê demê hîn stajerbûye 7 lêpirsîn lê hatine vekirin. Despêkê lêpirsîn diyarbûn û paşê jî Aysel li dibistana ku lêbûye hat sirgunkirin. Di çalekiya bîranînê ya yekem salvegera kesên di qirkirina Gurgumê ya sala 1979'an de jiyana xwe ji dest dane de gelek hevalên wê hatin girtin. Ji ber wê jî Aysel demdirêj veşartî jiyan kiriye. Piştîş boykota şeva 24'ê kanuna sala 1979'an hevserê wê li gel hezar û 200 kesî hat girtin paşê ew jî êdî qaçax nema di Îlona sala 1981'an de hat girtin. Aysel da zanîn ku di darba 12'ê Îlonê de weke mamosta ratî tindî û jiyana qaçaxiyê hatiye, li hember tindî û îskencê salên demdirêj li ber xwe daye.

'Tekoşîn çiye ez di girtîgehê de hînbûm'

Aysel pêvajoya herî tariya Tirkiyê 12'ê Îlonê tekoşîna ku kirî wiha anî ziman: "Di pêvajoya mamostatiya min de ticarî ez rehet bernedam. Her dem ser mala me de digirtin. Dema ku min ji ber wan mala xwe guhast locmanên dibistanê jî ew rewşa serdegirtina malê berdewam kir. Carekê di serdegirtina malê de dest dan ser hemû pirtûkên min. Paşê jî hevserê min girtin binçavan." Aysel bilêv kir ku di dema 12'ê Îlonê de wê dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dor kiriye û paşê jî hat girtin û wiha qala pêvajoya girtîgehê kir: "Di pêvajoya girtîgehê de min du jinên welatparêz yên bi navê Hanim û Yasemîn naskir. Min heya wê demê zimanê kurdiyê nivîskî ne dizanî. Di girtîgehê de me dizanî dema ku sitirana 'Ayagimda Kundura' vêkeve dê îskence despêbike. Bi jopan li me dixistin. Jinên ji Gurgumê girtîn gelek îskence li wan dikirin. Di girtîgehê de 2 jinên welatparêz tekoşîn çiye bi min dabûn têgihandin. Bi saya wan min tekoşîn naskir."

'Kobanê ez vegerandim qadan'

Aysel destnîşan kir ku jiyana wê ne di nava siyasetê de ne jî derveyî siyasetê maye û wiha dom kir: "Di pêvajoya Kobanê de weke kesanî min alîkarî kir. Dema ku partî ji vê xebata min hayîdarbû, xwest em bi hev re bixebitin. Berê ez pir nêz nebûm, lê paşê di avakirina komusyonan de min cîh girt. Partiyê xwest ez di kongrê de peyîwirê bigirim, min jî pejirand. Hilbijartin ket rojevê ez bûm namzet, lê pêşeroja min Kobanê diyar kir. Niha pêvajoya avakirinê despêkiriye. Emê jî dest bi avakirina komusyonan bikin. Dê xebatên min jî girtêdayî Kobanê be. Bi kinasî Kobanê ez vegerandim herêmên zindî."

(zt)