Pınar Aydınlar: Ezim ji Ferinazan Ozgecanan heya Nevinan…
09:30
Filiz Zeyrek/JINHA
ADANA - Namzeta Parlementeriya HDP'ê Pinar Aydinlar diyar kir ku reng û zimanê jinan çî be bila bibe êşên wan hemanin û got: "Ferînaz jî ezim, Ozgecan jî ezim û Nevîn jî ezim."
Ji hilkbijartinên 7'ê Hezîranê re kêm ma HDP'ê lez da xebatên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Namzeta Parlementeriya HDP'a li Tirkiyê bi nasname û rengên cuda diçe hilbijartinê Pinar Aydinlar beşdarî çalakiya ku KJA yê ji bo Ferînaz Xosrawanî li Edeneyê derxistî bû. Pinar piştî çalakiyê di kesayeta Ferînaz Xosrawanî de qirkirinên ser jinan ji ajansa me re nirxand.
'Li hember deshilatiya mêrane ji dîrokê heya niha me li ber xwe da'
Pinar anî ziman ku reng û zimanên jinan çî be bila bibe êşên jinan hemanin û wiha domand: "Ji dîrokê heya niha weke jin li hember pergala deshilatiya mêran me li ber xwe daye û tekoşîn kiriye. Em îro dikarin şopa tekoşerên jinê yên berxwedêr bibînin. Weke mînak di qirkirina ermeniyan de jinan ku heya dawiyê şer kirî mermiya xwe ya dawiyê jî li xwe xistî Matmazel Şahin, jina çelenk ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî kirî Arîn Mîrxan, jinên ku di qirkirina Dêrsimê de destê hev girtine û xwe li çemê Munzurê wer kirine bûne sembola berxwedanê."
Gelo dewlet li hember qirkirinên jinan çî dike?
Pinar balkişand ser bûyera Ferînaz Xosrawanî ya ku hewildayî xwe ji tecawîza ajanên îstihbarata Îranê biparêze û jiyana xwe ji dest dayî û destnîşan kir ku ti ferq navabera qirkirina Ozgecan û Ferînaz de nîne. Pinar bilêv kir ku li her qadê deshilatiya mêran ya jinan tine dihesibîne êrîşî jinan dike û wiha berdewam kir: "Gelo dewlet li hember van qirkirinên jinan çî dike? Dewletê cezayê muebetê da Nevîn Yildirim ya ku tecawîzciyê xwe kuşt. Tecawîzkarên zaroka 15 salî tecawîz kirine jî bi hincetên 'rizasi vardi' berdidin. Ev dikare bê nîqaş kirin."
'Em li hember polîtîkayên li hember jinan li qadanin'
Pinar bilêv kir ku ew her dem li hember polîtîkayên dewletê yên li hember jinan li qadanin û wiha dom kir: "Em li hember van nêzîkatiyan li qadanin û kolananin. Ferînaz jî ezim, Ozgecan jî ezim û Nevîn jî ezim. Divê em li her qadan xwe bi rêxistin bikin, ji ber azadî bi rêxistinbûnê gengaze. Ji bo ku jin tenê nemînin, li hember pergala mêran neyên perçiqandin divê em zêdetir hev hembêz bikin. Pirsgirêkên jinên Edenê, Îranê, Suriyê dijîn yên hemû jinanin. Heger ev rastî derkeve holê emê zêdetir bi hêz bibin û dê helwestên me yên giştî derkevin. Ji ber wê jî divê ticarî binê gotinên 'Jin, jinan û azadî' neyê valakirin û rêxistinkirina jinan bingeh bê girtin."
Pinar derbirî ku ji ber HDP partiya jinane û di çareseriya pirsgirêkên jinan de kilît bûye, bang li hemû jinan kir ku tevlî nava refên HDP'ê bibin.
(zt)