Bi CHP'ê despêkir bi HDP'ê rêya xwe didomîne
09:13
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA - Namzeta Parlementeriya HDP'ê Ebru Ergen Korkmaz jiyana xwe ya siyasî bi CHP'ê despêkiriye û niha jî di HDP'ê de berdewam dike. Ebru diyar kir ku ji bo wekhevî û azadiya gelan ew di HDP'ê de bûye namzet.
Namzeta Parlementeriya HDP'ê Ebru Ergen Korkmaz da zanîn ku rêya wê ya siyasî ku di nava CHP'ê de despêkirî ji bo wekheviyê di HDP'ê de berdewam dike. Ebru ya ji ber wekhevî û azadiya gelan di HDP'ê de bûyî namzet berê di saziyên CHP'ê yên weke Komela Parastina Zarokên Kolanan, Komela Parastian Dibistanan û rêxistinên civaka sivîl de xebitiye. Ebru anî ziman ku piştî ew zewiciya ketiye nava xebatên civakî û di gelek rêxistinên esnafan de cîh girtiye û axaftina xwe wiha domand: "Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên çîna karkeran û esnafên biçuk ez pir bandor kirim. Min farqkir ku êdî pirsgirêkên esnafên biçuk tenê di odên wan de û yên çîna karkeran jî tenê di nava rêxistinên wan de çareser nabin, ji ber wê beşdarî nava CHP'ê bûm."
'Xeyalên min yên jiyanek azad HDP ye'
Ebru bilêv kir ku di nava CHP'ê de zêdetir di beşa jinê jinan de xebitiye û wiha berdewam kir: "Nava partiya me bi xwe jiyana jinêye. Nînbûn, parkirin û jiyankirin. Ya ji hemûyan giringtir jî li ser erdnîgariya me jîhê jinê û giringiya wê bi qasî ku rêgezên aliyê rojavayê cîhanê têgegihe hesase, kur û binirxe. Ez jî weke hemû jinên dinê di kar û xebatê de welatiyekim. Ji bo gelê Anadolê bawerî bi min bîne ez di nava HDP'ê deme. Cihê xeyalên demokratîkbûn û azadiyê jî evdere."
(zt)