Li hember polîtîkaya înkar û tindiyê got 'HDP' e

09:29

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Namzeta Parlementeriya HDP'ê Songul Şaarkli ya ku weke keça bavek sendikaci hatîdinê yek ji jinên ku darbeya 12'ê Îlonê jiyan kiriye. Songula elewî û tirkmen li hember polîtîkaya tindiyê HDP helbijartiye.

HDP ya ku bi duruşmên "Jiyana Nû" û "Emê biçin meclisê" amadekariyên hilbijartina 7'ê Hezîranê dike profîlek ya nûneriya baweriyên cuda û jinan avakiriye. Dayîka 6 zarokan Songul Şarkli weke zaroka malbatek kedkar ya elewî tirkmen hatiye dinê di lîsta namzetên HDP'ê de tê dîtin. Songula ku di sala 1970'an de li Dîlokê çavên xwe li dinyayê vekirî bi darba 12'ê Îlonê re tiştên malbata wê jiyan kirî şêwedaye jiyana wê. Songul anî ziman ku bavê wê ji nava kevneşopiya tekoşîna sendîkayan tê û wiha domand: "Bi darba 12'ê Îlonê re ser mala mede girtin. Wê rojê diya min ruyê nivînê me hemû serde derxistibû û şiştibû. Em ser nivînê bê ru re razayîbûn. Paşên panqartan jî di nivînan de hatibûn bicîh kirin, ji ber nivîn bê ru bûn pankart xuya dikirin. Hemû nivînên me ji ber wan paçan qetandin. Bi hincetên ji bo îfadeyekê dinbin dê berdin bavê min girtin û birin. Lê me 60 rojan ji bavê xwe xebar negirt û piştî 2 sal û nîvê bavê min li malê vegeriya."

'Darba 12 Îlonê ji bo binhişiya min ya siyasî bandor kir'

Songul destnîşan kir ku 12'ê Îlonê bi wê re hişmendiya siyasî kur kiriye û wiha domand: "Di sala 1995'an de wan koçî Edeneyê kiriye û li Edeneyê xebatên xwe berdewam kiriye. Di salên 1996-97'an de min rêveberiya Şaxa ÎHD a Edeneyê kiriye. Di salên 1998 heya 2002'an ji ber sedemên tayîbet min navber da xebatên xwe yên siyasî. Di sala 2008'an de ji ber karê xwe ez li Antalyayê bicîhbûm. Di sala 2010'an de ez bûm endama ESP'ê. Ji despêka HDK'ê heya niha ez di nava xebatên Antalyayê de me. Ji ber bûyerên geziyê di derbarê min de 3 doz hatin vekirin. Yek ji wan ket. 2 yên dinê hîna didomin."

'Heger em tekoşîna xwe bidomînin emê deshilatiya faşîst binbixin'

Songul bilêv kir ku hemû yên tên perçiqandin xwe di HDP'ê de dibînin û wiha berdewam kir: "Ez ji nava malbatek elewî têm. Di dema dibistanê de min tindiya ol jiyan kir. Nêrîna HDP'ê ya azadiya hemû baweriyan ji bo min gelek giringe. Li hember hemû polîtîkayên înkar û tindiyê hilbijartina min HDP ye. Ez ji bo zarokên xwe û hemû zarokan perwerdeyek azad, bê pere û bi zimanê dayîkê dixwazim. Divê gelê me li hember polîtîkaya tinekirin û înkarê li HDP'ê bicivin. Tenê bi vê rêbazê em dikarin deshilatiya faşîst bînin xarê."

'Em ji jinan tenê dengan na xwazin'

Songul di dawiyê de girêdayî ji 14 namzetên Antalyayê 8 jin wiha nirxandin kir: "Ev jî rewşek ya me ji partiyên din cuda dikeye. Ji xwe ev jî nîşaneyek ya HDP weke partiya jinan dîtinê ye. Ji derveyî karên giştiyên hilbijartinê em di nava taxan de ji bo jinan civînan li dardixin. Em ne tenê ji jinan deng dixwazin, di heman demê de em dixwazin jin di hemû qadên jiyan û siyasetê de rol bigirin. Ez difikirim ku dê li gora hilbijartinên herêmî di vê hilbijartinê de dengê me li Antalyayê du qad bin. Ji ber ku ez di sektorên lêkolînê de xebitîme berdewam li anketan dinêrim."

(zt)