Nursel Aydogan bi keyayên Çûngûşê re hat bahev

18:41

JINHA

AMED - Parlamenter û namzeta HDP'ê Nursel Aydogan bi keyayên Çûngûşê re hevdîtin kir û da xuyakirin ku ev hilbijartin di navbera Serokomar û HDP'ê de derbas dibe û got: "Serokwezîr wek alîkarî Serokomar tevdigere lê hêviya gel HDP ye''

Li navçeya Amedê ya Çûngûşê Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan, Hevseroka DBP'ê Hafîze Îpek, rêveberiyên HDP û DBP û berpirsyarên ji Şaredariya Mezin ya Amedê tevlî civîna keyayan bûn. Berî civînê bi keyayên Çûngûşê re xwarin hate xwarin û piştre civîn hate li dar xistin. Hevseroka DBP'ê Hafîze Îpek di civînêde axivî û da zanîn ku li navçeya Çûngûşê rayên HDP'ê herku diçe zêde dibe û pêşketinek berbiçav heye. Hafîze anî ziman kuev hilbijartin ji bo pêşeroja Tirkiyê gelek giring û stratejik e ku kesên heta niha rayên xwe dane MHP'ê jî êdî armanca HDP'ê fêm kiriye û nêzî HDP'ê bûne. Hafîze axaftina xwe wiha domand: "Lewre em ji bo hemû gelan wekheviyê dixwazin û tû gel an baweriyan înkar nakin. Lê pêwiste ku ev feraset di makezagonê de cihê xwe bigre. Ji bo guherandina makezagonademokratik jî divê li meclîsê HDP bi hêz be'' piştî axaftina Hafîze Îpek Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi bedelên gelek mezin iro hatine vê astê û ji ber vê xizmeta ji gel re ji bo HDP'ê armance ne amura hilbijartinê ye.

'em bi xwe bawer in'

Nursel wiha berdewam kir: "Lê AKP niha li qadên mitîngan de tiştên kirine hemû dike mijara hilbijartinê.'' Nursel bal kişand ku AKP tenê ji bo xwe demokrasiyê dixwaze û li hilbijartina jî bi vî awayî dinêre û got: ''Derketina Serokkomar ya li qada jî vê nîşan dide.'' Nursel diyar kir ku AKP Lİ Tirkiyê êdî qediyaye lewre heger Serokomara welatekî di hilbijartinan de propagandaya partîyekî bike û Kuran a pîroz bigre destê xwe û ray bixwaze ev binketina vê part,yê nîşan dide.'' Nursel di dawiya axaftina xwe de baweriya xwe ya ji gelê Kurd anî ziman û got:'' Dê HDP bi ser bikeve.'' Piştî axaftina Nursel Aydogan Erhan Erencî li ser navê Şaredariya Bajar a Mezin ya Amedê axivî û da diyar kir ku projeyên wan ên li ser kooperatîfan, çêkirina rêyan hene û wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçe û gundan xebatên xurt bimeşînin. Civîn bi guhdarkirina pirsgirêkan keyan berdewam kir. Piştî civînê parlamenter û namzeta HDP'ê Nursel Aydogan gundê Çûngûşê ziyaret kir û pirsgirêkên gundiyan guhdar kir. Nursel li vir axaftinek kir û da zanîn ku piştî berxwedana Kobanê yekitiya gelê Kurd zêde bûye û êdî bi rêxistinek xurt wê bikevin meclîsê û ji hemû partiyên din baştir vî welatî bi rê ve bibin.

(ch)