Li Serhedê rojên jinan yên hilbijartinê

13:58

JINHA

ERZURUM/COLEMÊRG - Di çarçova xebatên hilbijartinê yên namzetên jin yên HDP'ê de civînên jinan û gel tên çêkirin. Di civînên li Erzurum û Colemêrgê de namzetan li pirsgirêkên gel guhdarkirin û ji bo wan jiyana nû vegotin.

Namzetên HDP'ê yên Erzurumê bi durşma jiyana nû xebatên hilbijartinê didin meşandin, her devera diçinê rastî eleqeyek mezin tên. Namzetên HDP'ê Dilin Bingol û Şiyar Arslan gundên piranî elewî lêdijîn yên bi navê Darebi, Karaca, Cibo, Kılıçderesi, Gurvan, Karabey, Sarıkaya, Aşagıkumaşlı, Yukarıkumaşlı, Karıngoz, Tiryakikomu û Haydarkomu yên girêdayî navçeya Çat yê ziyaret kirin. Di ziyareta gundan de namzet bi şanazî hatin pêşewazîkirin. Di ziyaretê de elewiyan diyar kirin ku ji dema despêkirina komarê heya niha wan nekariye bi hêsanî baweriya xwe bijîn, ji ber wê jî di vê hilbijartinê de hêviya wan HDP ye. Namzet Dilin Bingol jî anî ziman ku HDP hemû baweriyan weke hev dibîne û wiha domand: "Bi sedan sale elewî ser vê erdnîgariyê tastî qirkirinan hatine. Çand û baweriya wan tine hatin hesibandin. Em HDP weke di danezana me de jî hat destnîşankirin, em hemû baweriyan weke hev dibînin. Ji bo ku Cemevi weke malên îbadetê bên nasîn çî ji destê me bê emê bikin."

Li Colemêrgê di civîna jinan de bi sedan amadebûn

Li Colemêrgê di çarcoveya hilbijartinên 7'ê hezîranê de civînên ku bi pêşengiya aktivîstên KJA’ê ve tên sazkirin bi coşeke mezin berdewam dikin. Namzeta HDP’ê Selma Irmak û şandeya pê re beşdarî civîna jinan a li taxa Bîçerê bûn. Namzet Selma ji aliyê sedan jinan ve bi alên KCK, PKK û HDP’ê ve bi tîlîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Selma jî li hemberî coşa jinan spasiyên xwe pêşkêş kir û bi jinan re ket govendê. Selma diyar kir ku jin divê ji bo meclisek ku jin û mêr tê de wekhev in pêk were zêdetir bixebitin. Selma destnîşan kir ku bi serkeftina HDP’ê dê jinên hemû mafên xwe bi dest bixin û ev pergala baviksalarî jî ji holê rabe. Selma piştî axaftina xwe bi jinan re yek û yek wêne kişand û jinan wê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi rê kirin.

Selma xebatên xwe li atolyeya ku 25 jinên ciwan lê xaliçe û mehfûr çêdikin domand. Li wir jî piştî bi xebatkarên atolyeyê re rguftûgo kir, hinek di çêkirina mehfûran de agahî ji jinan wergirt. Selma a ku heya êvarê hevdîtinên xwe pêk anî danê êvarê jî beşdarî cîvînên gel bû.

(zt)