'Ji bo jiyanek ekolojik divê em hemû li derdora HDP'ê kilît bibin'

09:42

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Di van demên dawiyê de her diçe bi koçalan ocaxan çiya hemû kun kunî kirine projeyên HES'ê xweza aniye rewşa êdî vegera berê ne gengaze. Li hember van texrîbatên xwezayê çare tekoşînkirina di nava HDP'ê de dît. Aktîvîsta Ekolojiyê û Namzeta Parlementera HDP'ê Nuray Erçagan wiha got: "Yên vê tekoşînê dikin, bi tenê ne lê êdî bi tenê namînin. Ez bang li hem kesên tekoşîna derdorê didin û yên dixwazin tekoşîna derdorê bidin bila bên nava HDP'ê cihê tekoşînê evdere. Di rastiyê de HDP tenê ne rizgarkere bi gel re dibêje: 'Em dikarin li vî welatî çî bikin, ji bo hemû zevî û erdê çandiniyê yê ziyan dîtî em dikarin çî bikin?"

Li Antalyaya di van demên dawiyê de bi nûçeyên xwe yên qirkirina xwezayê di rojevêdene, li gelek navçeyên wê li xwezayê zilm tê kirin, HES, ocaxên keviran, ji bo avakirina cihên turîzmê birîna curên şînahiyê û tinekirina wan berdewam dike. Parêzvanên jiyanê û aktîvîstên ekolojiyê diyardikin ku li hember vegera cehnemê ya dojehê ji vê rewşê rizgarî tenê di bernama HDP'ê dene. Ya bi salane tekoşîna ekolojiyê dide û Namzeta Parlementera HDP'ê Nuray Erçagan ji bo tekoşîna xwe ya ekolojiyê û dewamkirina wê di nava HDP'ê de wiha axivî: "Bi vî awayî xirakirina xwezayê, valakirina gundan û di bajaran de AVM me destur daye. Divê hemû welatiyên nava bajêr bên tevlî xwezayê bibin. Em neçarin ku mafê gur, çîvik û hemû zindiyên nava xwezayê de biparêzin. Windabûna kêzikên biçuk lezê dide tinebûna me."

Nuray wiha berdewam kir: "Em çandiniya xwezayî diparêzin û kara hemû cîhanê di vê de heye. Şirketên ku li aliyekê ajalên me tine dikin û li aliyê dinê jî li gorî berjewendiyên xwe ajalan zêdedikin. Lêkolînên li ser bizinan hatine kirin feyîdeyên wan yên ji bo xwezayê çiqas zêdene hatiye dîtin. Ji ber gel êdî bizinên xwe li malê xwedî dikin û naşînin çêruwê êdî ajalvaniya gundiyan bi dawî hatiye. Bi qedandina ajalan re mirovan jî ber bi bajaran ve diherikînin. Expo ji bo 2016 şakayik an gulên sembolîk hilbijartine. Lê li aliyê dinê şakayîkan jî tine dikin. Ev îroniyek çawane?"

'Me girêdayî welatên derve dikin'

Nuray wiha dom kir: "Di nêz de dê Tirkiye weke buroyek ya karkeran bê karanîn. Ji bo rojek duro kar dîtinê emê bikevin dorê, ji xwe rojên wiha jî hene. Ji bo dayîna perwerdê ji berîka me pere digirin. Bi perê ji me digire me bê kar dihêlin. Ya dikeve ser milê me şikandina vê dengeyêye. Berê li van deveran titin dihat çandin niha ew jî nîne. Darên portekalan li cihê bên xwedîkirin tên tinekirin. Tenê armanca wan qedandina jiyana gundiyane û li Tirkiyê şêweyekdinê yê xebatê dana avakirine."

'Bi sermaye re ti hevpeyîmana me nîne'

Nuray bilêv kir ku HDP'ê komusyona ekolojiyê avakiriye û wiha domand: "Divê gel biçe cihê qirkirina xwezayî lê tên jiyîn û bibînin divê şerê ekolojiyê bê kirin. Tenê ne di gotinê de divê ev tekoşîn bê kirin li her bajaran bi kiyayên gund, taxan û hemû gelên ji welatê xwe hez dikir re hewildan hebe. Diyar ji meclisên bajaran biriyarek baş dernakeve, mil dane milê hev dilê welat diguherin. Gundiyên li nêzî ocaxên keviran yên CHP û MHP'ê wiha dibêjin 'Yek tenê jî ocaxên mermeran yên HDP yiyan li vêderê nîne.' Ev gotinek balkêşe. Ji ber ti hevpeyîmanên me bi sermaye re nîne."

'HDP bi tenê ne rizgarkere'

Nuray destnîşan kir ku xweza navendek ya şer û tekoşînê ye û wiha dom kir: "Yên vê tekoşînê dikin, bi tenê ne lê êdî bi tenê namînin. Ez bang li hem kesên tekoşîna derdorê didin û yên dixwazin tekoşîna derdorê bidin bila bên nava HDP'ê cihê tekoşînê evdere. Di rastiyê de HDP tenê ne rizgarkere bi gel re dibêje: 'Em dikarin li vî welatî çî bikin, ji bo hemû zevî û erdê çandiniyê yê ziyan dîtî em dikarin çî bikin? Werin em bi hev re runin û romanek hevbeş avabikin."

(zt)