Li Çinarê jin xebatên hilbijartinan bi rêve dibin

09:40

Beritan Canözer / JINHA

AMED - Jinên ku li Çinarê ji ber sazumaniya civakiya fewdal dernediketin kolanê îro pêşengiya xebatên hilbijartinê dikin. Jinên ku beşdarî xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bûne mal bi mal digerin gel ziyaret dikin û dengan berhev dikin.

Jinên Çinarê sazumaniya fewdal ya bi salan ser wan serwer û wan nedikarî derkevin kolanê jî şikandine û tevlî nava xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bûne. Berdevka Meclisa DBP'ê ya Taxa Nû ya Çinarê Salime Fidan rewşa jinên Çinarê û bandora HDP'ê ser gel nirxand û got: "Berê jin ne xwediyê mafê gotinêbû, lê îro jin dikarin bipeyîvin. Berê li meş, mitîng û kolanan jin nedixwiyan, lê niha ew hatiye derbaskirin. Her çendî kêm jî be jin êdî di nava herêmên civakî de cîhdigirin. Jin li gundan bi dehol û zurneyan me pêşewazîdikin. Li vêderê HDP çiqas ser gel bandor kiriye tê dîtin."

'Di xebatên hilbijartinê de ji sedî 70 jinin'

Salime destnîşan kir ku ji xebatên wan yên hilbijartinê di meha nîsanê de despêkirine, di nava xebatan de wan komisyona iknayê avakiriye û wiha domand: "Ji ber di nava komisyona iknayê de hijmara jinan zêdeye ev yek erênî bandor dike. Dema em diçin malan ji ber zêdebûna jinan ya nava xebatê de hem ser jinan û hem jî ser hevserê wan bandorên erênî dike. Dema ku jinek diçe HDP'ê ji wan re vedibêje û giringiya deng dayîna HDP'ê dide nîşandan wê demê rastiya HDP'ê derdikeve holê. Em di çuna malan de bi şanazî tên pêşewazîkirin, em berdewama vê heya ser sindoqan jî dibînin. Berê jinan di nava xebatên hilbijartinan de cîh nedigirtin, lê niha di nava xebatên hilbijartinê de ji sedî 70 jinin. Bandora hevserokatiyê jî ser vê xebatê gelek zêdeye. Bi nuneriya hevbeş di tax, şaredarî, rêveberiya navçeyê de cîhgirtin ser gel bandor kiriye."

'HDP bûye dengê gelan'

Salime bilêv kir ku bi pêvajoya Kobanê re polîtîkaya pergalê zêdetir hat dîtin û wiha berdewam kir: "Tekoşîna li wê dihat dayîn û ciwanên bedena xwe dikirin mertal gel şiyar kir. Gel bawer dike dê HDP aştiyê bîne. Li gorî çavdêriyên ku me kirine dê gelê Çinarê ji sedî 80'ê deng bidin HDP'ê. Me ji bo wan teklîfa mal, milk û tiştekê nekiriye tenê em ji bo aştiyê deng xwestine. Gel deng didin aştiyê û ji xwe di ferqa her tiştîdenin. Ji ber wê jî divê em zêdetir bixebitin û xwe bigihînin zêdetir mirovan. Di serkeftinê de ez emînin ji ber ku HDP dengê gelan e."

(zt)