Namzet piştî ziyareta esnafan beşdarî meşa ziman bûn
17:35
JINHA
AMED - Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Namzetên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Nesrîn Şanli li Taxa Yunus Emre esnafan ziyaret kirin.
Namzetên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Nesrîn Şanli, Hevşaredara Rezan Birsen Kaya, Hevserokên Navça Rezan Reyhan Kavak Ozbek û Zekî Çetîn bi hev re di çarçova xebatên hilbijartinê de çun taziya welatiyek yê semta Rezan ku di qezaya tirafîqê de jiyana xwe jidest dayî. Namzetên jin Sîbel û Nesrîn li gel heyeta pêre esnafên Taxa Yunus Emre ya Rezan ziyaret kirin. Esnafan bi eleqeyek mezin namzet pêşewazî kirin. Di ziyaretê de esnafan pirsgirêkên xwe anîn ziman. Sîbel Yigitalp diyar kir ku divê her kes bi baldarî tevlî xebatên hilbijartinê bibin.
Piştî ziyareta esnafan namzet beşdarî meşa Cejna Zimanê Kurdî bûn.
(do/zt)