Nursel Aydogan esnafên Amedê zîyaret kir
17:33
JINHA
AMED - Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kir.
Namzeta Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di çarçova xebatên hilbijartinê de esnafên ser Cadeya Lezgîn Avciya Taxa Bêşnîsan a navçeya Rezan ziyaret kir. Di dema ziyaretê de li gel Namzet Nursel Aydogan Hevşaredara Rezan Birsen Kaya, Hevserokên Navça Rezan Reyhan Kavak Ozbek û Zekî Çetîn jî heyî bi girseyî di çarçoveya hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Di ziyareta esnaf û semt pazarê de gel namzetên xwe bi coş peşwaz kirin û diyarkirin ku dê ji bo hilbijartinê çî ji destê wan bê bikin. Namzet Nursel li pirsgirêkên esnafan guhdarî kir. Paşê jî Nursel şanaziyên xwe ya li hember coşa esnafan anî ziman û got: "Em êdî bawerin ku emê biserkevin. Em ê di êmclisê de nûneriya we bikin."
Pîştî zîyareta esnaf û semt pazarê Namzet Nursel Aydogan û heyeta li gel Nexweşhaneya Rezan zîyaret kirin. Kordînatorê Gîşti yê Nexweşhanê Turan Odabaşi, Serbijişk Lokman Taş û xebatkarên nexweşhanê bi gulan ew peşwazî kirin. Nursel li nexweşxanê geriya û nexweşan zîyaret kir.
Paşê jî Nursel û heyeta ku pêrebûn çun vekirina buroya navçeyê.
(do/zt)