Jinên zanîngehê: Banga li dengê xwe xwedî derkevin kirin

10:23

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Ji jinên ciwan yên ku dê di 7'ê Hezîranê de yekem car deng bikarbînin Dilan Ozturk û Eylem Onat bang li hemû jinên ciwan kirin ku tevlî nava xebatên HDP'ê bibin û li dengê xwe xwedî derkevin.

Di nava xebatên HDP ya ku bi banga jiyana nû dikeve hilbijartinên giştiyên 7'ê Hezîranê gelek kes bi dildarî tevlîdibin. Jinên ciwan yên ku dê yekemcar di 7'ê Hezîranê de dengê xwe bikarbînin diyar kirin ku ji bo astengkirina xebatên li cihên vala tên xarckirin û dizîna dengan divê hemû jinên ciwan li ser sindoqan bisekinin û li dengê xwe xwedî derkevin.

'Emê HDP'ê hilbijêrin û rojên ronî bibînin'

Xwendekara Zanîngeha Akdenizê Dilan Ozturk ya ku di nava xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cîh girtî destnîşankir ku bi dayîna dandezana jinan ya hilbijartinê re hêviyên li hember partiyê zêdebûye û wiha domand: "Sedema sereke ya ku min di nava HDP'ê de cîh girtî ji ber HDP proja Rêbertiyê ye. Weke jinek ciwan bi tayîbetî jî bi xwendina danezana jinan ya hilbijartinê re hêviyên min zêde bûye. Di gelek navendên jiyanê de pêşengî daye jinê. Ji bo jinên trans yên ku li Tirkiyê ji bo wan mafê jiyanê nayê dayîn, HDP'ê di danezana xwe de cîh dayîna wan ez gelek bandor kirim. Dê hilbijartin qedera Tirkiyê diyar bike. Yan emê bibin qurbanê hişmendiya AKP'ê û ber bi tarîbûna çaxa navîn ve biçin yan jî emê HDP'ê hilbijêrin û ber bi pêşerojek ronî ve biçin. Ezê di hilbijartinan de mişahîdiyê bikim ji ber li ser sindoqan AKP lîstokên kirêt dilîze. Ji ber wê jî divê em li dengê xwe xwedî derkevin. Ez bang li her kesê dikim, ji bo pêşeroja xwe zarokên xwe û jiyanek aram di roja 7'ê Hezîranê de baldarbin û li dengê xwe xwedî derkevin."

'Divê jin di her qadên jiyanê de xwediyê mafê gotinê bin'

Xwendekara Zanîngeha Akdenizê Eylem Onat jî anî ziman ku HDP pêşengê jiyana nû ye, ji ber nuneriya hemû mirovên ji hemû nijad, bawerî û cudahiyan dike û wiha berdewam kir: "Çî li zanîngehan çî li nava kolanan divê li her derê li hember hilşmendiya serdest mirov bên agahdarkirin. Mirov dikare ji hijmara namzetên jin, heya komisyonên jinan heya di nava xebatê de rola jinan cudahiya HDP'ê li her derê dixwiyê. Ne tenê di aliyê jinan de her wiha di aliyê ekolojî û hemû navendên jiyanê de xwediyê paradigmayek nûye."

'7'ê Hezîranê roja meye'

Eylem balkişand ser derbaskirina bendan a HDP'ê û wiha dom kir: "Divê li Kurdistan û Tirkiyê xebatên hilbijartinê pir baş bên meşandin. Di vî warî de gel kedek mezin didin. Beriya her tiştî tekoşînek 40 salan heye. Di roja hilbijartinê de bûyîna muşahîd li vê keda pîroz ya evqas sal xwedî derketine. Em ji salên borî û tecrubeyên xwe dizanin ku hikumeta AKP'ê ji dizîna denga nayê xwarê. Divê em vê li ber çavan bigirin û li dengê xwe xwedî derkevin. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku di 7'ê Hezîranê de ser peyîwirêbin. Ji ber ew roj roja meye."

(zt)