Emê bibin dengê jinên Erzurumê

10:13

JINHA

ERZURUM - Jin bi nûneriya wekhev û rengên xwe yên cuda di nava HDP'ê de cîh digirin. Sebahat Işikli û Dilin Bingol bi heman aramcê di nava HDP'ê de hewildidin bibin dengê jinên Erzurumê.

HDP ya ku bi nuneriya wekhev amadekariyên 7'ê Hezîranê dike li Erzurumê Sabahat Işikli jî ji namzetên jin ya herî ciwane. Sebahat ya ku di sala 1988'an de li Wanê hatî dinê weke jinek êzidî di cîhana ku ji aliyê mêran ve hatî qirêjkirin, dibe dengê jinên ku hişmendiya mêran hewildidin ser wan koletiyê ferzbikin û ji bo zêdetir dengê xwe bi hêz derxîne dixebite. Sebahat ya ku di qada çepemeniyê de 4 sal xebitiyî ji beşa Mamostatiya Zimanê Tirkiya Zanîngeha Dîcleyê mewzun bûye. Sebahat piştî salek mamostatî kir dev ji karê mamostatiyê berda û di Navenda Jiyana Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê de dest bi xebatan kir.

'Weke jinek êzîdî bûyîna namzet rengek cuda dide'

Sebahat bilêv kir ku jinan bi reng û baweriyên xwe yên cuda reng dane xebatên hilbijartinê yên HDP'ê û wiha got: "Weke jinek êzidî li Erzurumê namzetbûna min rengek cudaye. Min li Erzurumê bi hev re jiyankirina elewî û suniyan dît. Me dît ku bi polîtîkayên dewletê di nava civakê de kategorî hatine danîn. Ya em bikin bêyî ziyan dana ti ji wan pêşerojek baş ji bo wan amadekirine."

Dilin Bingol ya ku ji Fransa yê hatî dê li Erzurumê ji bo jinan bixebite

Ji namzetên HDP'ê yekdinê jî Dilin Bingol ya ku di sala 1983'an de li Karayaziyê hatî dinê. Ji ber sedemên siyasi herdem ser malbata wê tindî hebûn, ji ber wê jî di sala 1997'an de Dilin li gel malbata xwe koçî Fransa dike. Dilin li Fransa yê perwerda xwe domand û ji fakulteya hiquqê mewzunbû. Lîsansa bilind jî li Zanîngeha Galatasarayê beşa Hiquqa Yekitiya Ewrupayê xwend. Di çarçoveya perwerda xwe de demekê di Parlementoya Ewrupayê de xebitiye.

'Namzetbûna min bû despêkirina tekoşînê'

Dilin anî ziman ku tindiya malbata wê dîtî ji bîra wê neçuye û sedemên di HDP'ê de bûna namzet jî wiha domand: "Hîna ez biçukbûm dema ku bavê min hat girtin, wê demê min ji xwe re soz da û got: 'Kengê dibe bila bibe ezê di nava tekoşîna nasnama jinên kurd de cîh bigirim.' Namzetbûna min despêkirina vê tekoşînêye. Em niha weke namzet dixebitin. Emê bi dengek bihêz ji bo nûneriya jinên Erzurumê li meclisêbin."

'Emê pirsgirêka îstihdama jinên Erzurumê çareser bikin'

Dilin bilêv kir ku ji ber ew bi xwe ji Erzurumê ye ji ber wê jî li Erzurumê bûye namzet, dê jinên Erzurumê ji nava sazumaniya fewdal derxînin tevlî navendên jiyanê yên weke jiyana civakî, ekonomî û siyasî bikin. Dilin destnîşan kir ku dê pirsgirêkên jinên Erzurumê bibin meclisê û wiha berdewam kir: "Li vêderê jin ji derfetên madî bê parin. Emê di vî aliyî de xebatan pêşbixin. Emê îstihdamê bilind bikin û jinan beşdarî nava xebatên aboriyê bikin. Emê jinan tevlî nava jiyana civakî bikin."

(zt)