KJA yê li Amedê buroyek din ya hilbijartinê ya jinan vekir

12:07

JINHA

AMED - Bi pêşengiya Kongra Jinên Azad (KJA) yê li taxa Seyrantepe ya nevçeya Yenişehîrê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Di merasîma vekirina buroya ku bi sedan jin beşdarbûn de Namzetên Parlementerên HDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan û Feleknas Uca axivî.

KJA ya ku ji bo hilbijartinên gitî lez dan xebatên xwe li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenişehîra Amedê bi merasîmekê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Di merasîma vekirinê de li gel bi sedan jinan aktîvîstên KJA yê, Hevşaredara Yenişehîrê Ulku Baytaş, Namzetên Parlementerên HDP'ê Feleknas Uca, Nursel Aydogan, Hevseroka Navenda HDP'ê Gulşen Ozer jî beşdarbûn. Li ber buroya ku ji rengên alayên KJA û HDP'ê hatî xemilandin berî vekirinê jinên kombûyî dîlan gerandin.

Di vekirina buroyê de Feleknas Uca diyar kir ku ji bo ew di 7'ê Hezîranê de meclisê bikin meclisa jinên kurd divê jin gelek bixebitin. Feleknas balkişand ser bexwedana jinên Koban û Şengalê û got: "Dê gelê kurd aştî û wekheviyê bîne welat û Rojhilata navîn. Xuda her dem li gel mazlumane."

Nursel Aydogan jî anî ziman ku HDP ji partiyên dinê gelek cudaye û wiha domand: "HDP partiya jinane. Ji ber wê jî em buroyên jinan yên tayîbet vedikin. Ez emînim dê di hilbijartinên bê de hemû partiyên dinê HDP'ê mînak bigirin."

Piştî axaftinan namzet, hevşaredar û jinan bi hev re buro vekirin.

(zt)