Namzet Feleknas Uca esnafên Erxeniyê ziyaret kir
10:29
JİNHA
AMED- Namzeta HDP'ê a Amedê Feleknas Uca di der barê xebatên hilbijartinê de li Erxenî esnafan ziyaret kir û piştre çû serdana malbatên Şengaliyan. Feleknas bal kişand ser jinên ku destê DAİŞ'ê de ne û got:'' Xebatên me yê ji bo rizgarkirina van jina berdewam dike ku demek nêz de du jin û pênç zarok ji destê DAİŞ'ê hatin rizgarkirin.''
Li navçeya Erxenî a Amedê Namzeta Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca li gel rêveberên HDP û DBP'ê li navçê ziyareta esnafan kirin, daxwazî û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Piştre jî derbasî mûduryeta perwerdehiya gel hate kirin. Feleknas li vir der barê perwedehiya pergalê de axaftinek kir û da zanîn ku bi tek rengî û zimanî perwerde pêk nayê ji ber vê jî divê ev pergal were guherandin. Feleknas li qursên ku li vir tê dayin ku ji sedî 70'ê jin tê de de perwedehiyê dibînin jî ziyaret kir û ji nêz ve bi wan re eleqedar bû. Piştre malbatên Şengalê hate ziyaret kirin ku bi taybetî kesên ku di qîrkirina Şengalê de merivên xwe winda kirina hate dîtin. Feleknas li vir axaftinek kir û got:'' Birîna Şengalê kûre û em vê birînê ji bîr nakin û xwedî lê derdikevin.'' Feleknas bal kişand jinên ku di destê DAİŞ'ê de ne û got:'' Xebatên me yê ji bo rizgarkirina van jina berdewam dike ku demek nêz de du jin û pênç zarok ji destê DAİŞ'ê hatin rizgarkirin. Nihal i hember van êrîşan dayikên 60-70 salî li Şengalê ji bo parastina xwe çekan hildigrin.''
Feleknas ji vir jî bi hezaran welatiyan re bi def û zurna derbasi bûroya hilbijartinê ya HDP'ê bû û piştre heta taxa Şîrinevlerê bi destekdayina esnafan ya bi zılgıt û slogana meşiyan. Feleknas û bi hezaran welatî li vir tevlî şahiya ku gel li dar xistibû bûn. Şahî bi rêzgirtina şehidên şoreşê destpêkir û piştre Feleknas axaftinek kir. Feleknas bal kişand ser mirina Kenan Evren û got:'' Pergala dîktatoryaya Kenan Evren li vê gelê Tirkiyê diyar kirine lê Kenan Evren mir piştî 7'ê Hezîranê em bawerin fikr û rûhê wî jî dê têk biçe û êdî rûpelek nû vebibe .'' Feleknas destnişan kir ku piştî 7'ê Heziranê peyama serfiraziyê wê ji greva İmralıyê re bişînin û got:'' Heta dilopek xwîn di canê me de hebe emê ji bo azadiya Rêber APO têbikoşin. Şervanên azadiyê jî heta din av me de dest bi sîyasetê bikin emê nesekinin û ji bo pêşeroja xwe, ji bo zarokên xwe tekoşîna xwe berdewam bikin. Lewre zarokên me generalên Serok Apo'ne.'' Feleknas diyar kir ku li hember feraseta dewletê ya tek al, millet,tek ol, ewê hevbeşiyê û parastina piraniyê bikin. Feleknas axaftina xwe bidawi kir:'' emê bi hev re ji bo azadiya hemû gelan, ji bo azadiyê dest bidin hev du û ser bikevin.''
Şahi bi def û zurnayê û bi dilanê heta derengî berdewam kir.
(ch)