Jinên Colemêrgê 'Ji bo jiyana nû amede ne'
10:51
Gulşen Koçuk / JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê ji bo hilbijartinê helwesta xwe danîn hole û diyar kirin ku, bi serketina HDP'ê re wê azadî pêkwere û bang li hemû gel kirin ku xwedî li HDP'ê derkevin.
Li hemû herêmên Kurdistan û bajarên Tirkiyê xebatê hilbijartinê bê navber didome. Partiya ku bayê hilbijartinê bi hêz dike û bi xebata xwe pêşengtiyê dike HDP'e ye. Tevî xebatên namzetan piştgirî ji gel bê navber tê. Jinên Colemergê diyar kirin ku ewê hersê nazmet, tevî Hevseroka DTK'a yê Selma İrmak hilbijêrin û îradeya xwe danin holê.
'Bendav derbasbibe dê azadî nêztir bibe'
Jina Colemêrgî Remziye Daştan ya 60 salî nêrînên xwe ya di derbarê hilbijartinê de anî ziman û destnîşan kir ku, hemû gel ji bo hilbijartinê pêwîste bi vîjdan tevbigere û got: "Em deng, ne ji bo Serayan avabikin ne jî ji bo ku em dewlemed bibin dixwezin. Em êdî naxwezin xeberê mirina gerîlla, leşker û zarokan bibhîsin. Ez bang li dayikê leşkeran jî dikim ku ew jî werin em dest bidin hev û aştiyê pêkbînin. Em aştiyê dixwezin û derdê min ya herî mezin jî eve. Ji ber ku kezeba min li wire û leşker serê çiyê ne. Bese bila êdî kezeba me neşewite." Remziye ya ku hevserê wê jî Tirke, banga li hemû gelê Tirkiyê kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. Remziye her wiha diyar kir ku, eger HDP'ê bendê derbas bike, dê azadiya jin, ciwan û nasnameya gelan esas bigre û pirsgirêkên aşitî çarser bike. Remziye bal kişand ser polîtîkayên dewletê û bi lêv kir ku, Kuran nabe amûra siyasetê û ew polîtîkayên ku li ser bawariyan didin meşandin rexnedike. Remziye destnîşan kir ku ew jî Muslumane, lê ji ber van polîtîkayan ew naxweze baweriyê bixe nîqaşê.
'Heya em azadiyê xwe bi dest bixin emê bixebitin'
Nerîman Kanat ya 50'î salî hêviya xwe ya di derbarê hilbijartinê de anî ziman û destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo aşitiyê rolek girîng dileyîze. Nerîman diyar kir ku ew gelek ji serkeftina hilbijartinê bi bawere û dê li hember hemû êrîş û polîtîkayên tundê li berxwe bidin. Nerîman da zanîn ku bi serkeftina HDP'ê re dê azadiya gelen pêkwere û bang li hemû netewên din kir: "Ewqas xwîn hat rijandin bese. Teyyip Erdogan heyan kengî wê mirovan bi derewên xwe bixapîne? Heya em azadiya xwe bi dest bixînin emê bixebitin."
'Baweriya me li hember banga HDP'ê ya jiyana nû her ku diçe zêde dibe'
Evîn Konur destnîşan kir ku hilbijartinên giştî, ji yên herêmî hîn zêdetir girîngtire û bi pêşengiya HDP'ê re baweriya me heye ku, dê aşitiyê ji hemû gelê Tirkiyê re bîne. Evîn bi lêvkir ku, partiya HDP'ê li gor partiyên din, bi rêgezên xwe hîn zêdetir hêvî dide gel û ew bi hêviye ku ev hilbijartin bi serbikeve. Evîn derbarê 268 namzetên jin ya ku HDP'ê diyar kiriye de nêrînê xwe anî ziman ku ew vê pêngavê li hember pergala desthilatiya mêr gelek girîng dibîne. Evîn bal kişand ser milê HDP'ê ya ku hemû aliyan tîne ba hev û wiha pêde çû:" Li Tirkiyê yek ziman, yek ol jiyan nake. Gelek ziman û çandên dewlemend di nava xwede dihewîne, di binya HDP'ê de li hevhatin wê girîngî û hebûna xwe biparêze. HDP'ê bi vê cudabûna xwe ferqa di navbera xwe û partiyên din de daniye holê. Em di vê baweriyê dene ku, bi taybet di warê jin de HDP'ê dê pêşarojek nû ji Tirkiyê re bîne û em bendê piştgirya hemû gelin."
'Dengê min ji yên ku piştgirî didin azadiya jinan re ye'
Sultan Beyter bi gotina em aşîtiyê dixwezin dest bi nirxandina xebatên hilbijartinê kir. Sultan diyar kir ku ewê dengê xwe bide yên ku piştgiriyê didin azadiya jin û gelan. Her wiha bi lêvkir ku, ew zêdebûna hêjmara jinan ya di nava meclîsê de gelek girîng dibîne. Newroz Kaynak jî da zanîn ku ew hêvî dike di sandiqên hilbijartinê de azadî derbikeve û wiha got: "Emê 8'ê Hezîranê li hember hêzên ku li dijî azadiyê radiwestine, bisekinin" Newroz her wiha got: "Sekna HDP'ê silavê wê ya ji Kobanê re ye. Em ji bo şervanên YPJ'ê ji Colemergê silav dişînin û ji bo hemû gelê Kurdistanê serkeftinê dixwezim."
Di dawî de Ayşe Bala jî diyar kir ku, ew destê xwe dirêjî banga jiyana nû ya HDP'ê dike û da zanîn ku ew bawer dike wê HDP'ê bendê derbas bike. Ayşe got: "Em dengê xwe nadin dewleta Tirk. Pêwîste hemû gelê me xwedî li dengê xwe derbikeve."