Betül Taylan: Bi navê azadiya gelan divê di nava HDP'ê de bim

09:20

Helin Yıldırım/JINHA

BURDUR - Li Burdurê di nava hemû partiyên dê têkevin hilbijartinê tenê Namzeta Parlementera HDP'ê Betul Taylan jine. Betul diyar kir ku ji ber bi tekoşîna kurdan dê hemû gelên li Tirkiyê azad bibin ew di HDP'ê de bûye nemazet û got: "Despêkê min di nava DSP û paşê jî ODP'ê de cîh girt. Berî 2 salan ez beşdarî nava HDK'ê bûm, di nava meclisên wan yên ekolojî û jinan de min xebat kir. Niha jî bi biriyara ji bo hemû gel bi çand û baweriya xwe bijîn ez di nava HDP'ê deme û divê ji bo wê tekoşînê bikim."

Li Burdurê di nava hemû partiyên dê têkevin hilbijartinê de tenê Namzeta Parlementera HDP'ê Betul Taylan jine. Betul li Ewrupa di nava malbatek xwediyê nasnameyên cuda de hatiye dinê û niha jî di nava HDP'ê de tekoşîna xwe ya çandên cuda berdewam dike. Betul wiha got: "Aliyê min yê bavê ji Boşnak û Bektaşiyane, aliyê min yê dayîkê jî Dêrsim û Selanik ê ye." Betul anî ziman ku ji ber malbata wê ji nasnamên cuda pêktê ji berê de çandek wan ya ji çandên cuda re rêzdariyê heye. Betul destnîşan kir ku we di 16 saliya xwe de li gel diya xwe vedigerin Tirkiyê, dema ku wê dest bi Muhasebeya Rêyênderdorê ya Fatih Sultan Mehmet Koprusu ya Stenbolê kiriye zoriyên karker dijîn dîtiye, wê demê ser karê siyasetê ramiyaye. Paşê li Beşa Zanistên Siyasiya Fakulteya Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendinê kiriye, wê pêvajoyê zêdetir nêzî siyasetê bûye.

Bi hêviya guherînê

Betul bilêv kir ku zewac û malbatê ew ber bi ramandina ser zayendiya civakî ve biriye û wiha domand: "Di nava hemû zayendiya civakiya di nava rojane de nêrîna li jinê, gunehbarkirin, kêm dîtin, tacîz, îstismar û darezandinê ez ber bi 'Gelo ez jiyanek çawan dixwazim?' ve dibirim. Ez difikirim ku di nava polîtîkayê de ezê guherînan bikim bi wê hêviyê tevlî siyasetê bûm. Di salên 1993-1994'an di nava DSP'ê de, di salên 1999-2001'an di nava ODP'ê debûm. Piştî qirîza Bulent Ecevit - Ahmet Necdet Sezer di sala 2001'an de dema ku ez bê kar mama neçar mam ji Stenbolê derkevim. Berî 2 salan min di nava HDK'ê di meclisên ekolojî û jinan de xebat kir. Paşê jî min di nava HDP'ê de cîh girt."

'Jiyana jinan ya civakî nîne'

Betul anî ziman ku hîna HDP li Burdurê nûye hîna rêxistina wê nehatiye temamakirin û wiha berdewam kir: "Hîna sazumaniyek ya jinan li Burdurê nîne. Berê Meclisa Jinên HDK'ê jî nebû û heta beşdarbûna jinan negengazbû. Hîna di xebatên me de kêm jinên ciwan hene. Divê despêkê rêxistin bê bihêz kirin û paşê jî jin tevlî xebatan bên kirin. Li Burdurê jin dixebitin ji ber wê jî di malên xwe de xwediyê mafê gotinêne. Lê di aliyê şidetê de weke bajar girtiye. Buerên şidetê nayên guhdarkirin. Di nava hilberînê de jin kar bi destnaxin. Di nava jinan de xebatên weke şêwirmendî û kooperatîf dikarin bên pêşxistin. Her wiha çalakiyên civakî yên jinan jî gelek kêmin."

'Bi baldarî dixwazin HDP'ê têbigihin'

Betul bilêv kir ku li gel HDP li Burdurê nû ye jî ew rastî ti bertekên nerênînehatiye û wiha dom kir: "Ji bo gel hîna nûye jî lê heya niha bertek ernênîne. Gel bi mereq hewildidin binasin, lê dîsan jî ji ber binhişiya berê hinek xwe paşde dikişin. Li gel vê jî rêxistina navendê bi 6-7 kesan hatiye avakirin. Piştî vekirina avahiya navendê, rêxistin berfireh dibe, her wiha carayekê hebûna wesayîta hilbijartinê. Di 1'ê Gulanê de girseyek pir mezin ya bi ezîm kombû. Heger rast bê têgihiştin û mirov tirsa wan binhişiyên xwe yên nerênî bişkîne dê zêdetir bi rehetî beşdarî partiyê û çalakiyan bibin."

'Tayîbetî jî jin ji bo li zarokan nêrînê di malan de hatine girtin'

Betul danezana jinan jî wiha nirxand: "Bi awayek berfireh, bi fikrek narîn û bernameyek dewlemend hatiye amadekirin, hîtabî hemû jinên ji hemû kesîman dike. Bi roman û gotina jinê deshilatiya mêran ya serdest valederdixe. Di serê pirsgirêkan de rewşa jinan ya siyasî û civakî tê, ji ber jin herî zêde ji ber lênêrîna zarokan di malan de tên girtin. Di danezana jinan de çareseriya divê jin nebin mehkumê mêran heye."

'Cîhanek bi şêwirmendî gengaze'

Betul di dawiyê de wiha got: "Tenê rewşa heyî ya ber bi nerêniyê ve diçe jinên ku ji sedî pênciyê civakê pêktînin dikarin ber bi başiyê bibin û bidin guhertin. Di derbaskirina benda hilbijartinê de di nava HDP'ê de herî zêde dê jin rol bigirin. Tenê jin bikeve ferqa hêza xwe de. Ji ber hîn zêdetir baldarbûn û baş kar kirin ji xwezaya jinê tê. Di be ku hinek jinên ji aliyê mêran ve hatî bişaftin vê ne pejirînin, lê em li hember hemû despotiyên heyî bi rukenî cîhanek bi şêwirmendî dixwazin."

(zt)