Fîgen Yuksekdag li Amedê ye
15:05
JINHA
AMED - Di çerçoveya xebatên hilbijartinê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li balafirgehê ji aliyê gel ve bi konvoyek ji sedan wesayîtan hat pêşwazî kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi armanca xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê hat Amedê. Fîgen li balafirgehê ji aliyê gel ve bi konvoyek ji sedan wesayîtan, bi coşek mezin hat pêşwazî kirin. Di pêşwazî kirinê de aktîvîstên KJA'yê, Hevseroka Şeradara bajara Mezin ya Amedê Gulten Kişanak, hevserokên navçeyan û bi sedan jin amede bûn. Pêşwazî bi alên HDP'ê û gulên renga reng qada balafirgehê xemiland. Piştre tevlî wesayîta Figen Yuksekdag wesayîtên ku hatine pêşwaziyê li bajêr turek avêtin û vê carê jî li ber avahiya Navenda DBP'ê ya bajêr ji aliyê jinan hatin pêşwazî kirin. Fîgen Yuksekdag, dê buroya jinan ya hilbijartinê a Rezan ziyart bike.
(rc)