Li Samsun jinên ciwan berê xwe didin HDP'ê
10:58
JINHA
SAMSUN - Xwendekara zanîngehê Aydan Ezgi Salçi ya ku HDP'ê weke partiya jinan dibîne bi dildarî beşdarî xebatên HDP'ê bûye. Ezgi diyar kir ku ji ber ew tenê HDP'ê partiya jinan dibîne, ji ber wê jî dengê xwe dide HDP'ê û got: "Ez naxazim ti jinên Deryareş ji polîtîkaya AKP'ê ya heyî bawer bikin."
Li Herêma Deryareş bajarê herî qerebalix û gelên ji reng û bawriyên cuda têde dijîn Samsun ê HDP xebatên xwe yên hilbijartinê bi duruşma "Emê biçin meclisê' berdewam dike û li wê piranî xebat ser milê jinên ciwan birêve diçe. Li bajarê Samsunê yê xwediyê şêniyek 1 milyon û 300 hezar HDP'ê 3 namzetên jin nîşandaye. Jinên ciwan yên li Zanîngeha 19 Gulanê a Samsunê dixwînin dan zanîn ku dê li hember şideta ser jinan, qirkirinên jinan, ji bo zanendîtiya hişmendiya mêrane avakirî bidawî bibe û parastina mafê jinan dengê xwe bidin HDP'ê û di nav de bixebitin. Ji bo xebatên hilbijartinê 6 heyetên gerê avakirine. Ji derveyî wan jî li taxan û navçeyan ji bo jinan "jiyana nû" vedibêjin û li pirsgirêkên jinan guhdar dikin. Ji bo jinên beşdarî civînan dibin mijarên weke azadiya jinê, wekhevî û dê di malê de çawan li hember tindiya ser wan heyî tekoşînê bikin û li hember van tevan HDP ji bo jinan çî pêşkêş kiriye tên nîqaşkirin.
'HDP partiya ku ez xwe têde bînim ziman e'
Xwendekara Zanîngehê Aydan Ezgi Salçi anî ziman ku her roj serê sibê ew diçe avahiya SYKP'ê bi dildarî beşdarî nava xebatên HDP'ê dibe, di nava naçenayan, taxan û malan de bi jinan re tên bahev "jiyana nû" û ji her kesîmên civakî xwe di nava HDP'ê de îfadekirinê vedibêjin û wiha domand: "Tenê partiya kurd, elewî, sunî, tirk û LGBT yan tîne bahev HDP ye. HDP bûye cihê xwe îfadekirina hemû bindestan û dê hemû bi hev re bibin yek û aştiyê mezin bikin. Partiya herî zêde azadiyê armanc dike HDP ye."
'Ez HDP'ê weke partiya jinan dibînim'
Ezgi weke jinek ciwan çima di nava HDP'ê de bi dildarî dixebite wiha axivî: "Ez weke jinek HDP'ê weke partiya jinan dibînim. Ji ber wê ez di nava HDP'ê deme, ji ber wê ezê dengê xwe bidim HDP'ê."
Ezgi rewşa ji bo jinên Deriyareş jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Jin du car tên perçiqandin. HDP di her qada jiyanê de ji bo jinan wekheviyê diparêze. Dema ku mirov li hijmara namzetên jin yên nava HDP'ê binêre wêdemê zêdetir weke partiya jinan şînbe derdikve ber çavan. Lê bi pergala Recep Tayyip Erdogan xeyal dike pergala serokatiyê jinan zêdetir kole dike û keda wan dê bê mêtîngerkirin. Dê her tiş dibin tekelan de bên girtin. Dê mêtîngeriya jinan qat bi qat zêde bibe. HDP li her qadên jiyanê wekheviyê diparêze. Li gorî şertên jiyana niha ewqas keda jinan tê mêtînger kirin, dema ku pergalek bi giştî bikeve bin tekela AKP'ê rewş hîn zêdetir giran dibe."
'Divê li Deryareş jinên deng bidin AKP'ê nemînin'
Ezgi bang li jinên Samsunê û hemû Herêma Deryareş û tayîbetî jî li deverên rêjeya dengên HDP'ê lê kêm kir û got: "Hunê di nava HDP'ê de herêmên xwe îfadekirinê bibînin. Ji polîtîkaya AKP'ê ya bişaftinê bawer nekin. Hemû tiştên wan lîstokin. Lê emê wan lîstokan hemûyan xirabikin. Divê jin bi nasnama xwe ya jinbûnê û bi hişê xwe yê jinbûnê tevbigerin. Werin hem bi hev re li hember êşên bi salan me di torbê xwe de kom kiri, li hember perçiqandin, hêrs, xwişkên xwe yên hatîn qetilkirin bifikirin HDP'ê weke alternatîf bibînin û dengê xwe bidin."
(zt)