Ayşe Vaizoğlu: Divê êdî gelê Gurgumê bêdengiyê biqetînin
10:03
Zehra Doğan/JINHA
AMED - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Gurgum ê Ayşenur Vaizoglu diyar kir ku ji bo jinên Gurgumê navendên jiyana civkî nîne û got: "Ji ber piştî qirkirina Gurgumê tundî û bişaftin hîna berdewame. Li gel di bajar de ewqas hebûna kesîmên cuda jî ji ber mexdurbûna polîtîkaya bişaftinê li cihê rengînbûnê bajar vegeriyaye bêdengiyê. Ji ber wê ye em dibêjin HDP û dê bi HDP'ê rengên bajêr derkeve hilê.
Namzeta Parlementera HDP'ê ya Gurgum ê Ayşenur Vaizoglu da zanîn ku Gurgum cihek yê herî bi kurahî polîtîkaya bişaftinê ser bandor kiriye, ji bo ku tindiya ser herêmê rabe, hesabê qirkirinê bê pirsîn ew li meclisê dibe parlementer. Ayşenur destnîşan kir ku li Gurgum a ku gelên weke kurd, tirk, ermenî, çerkez û çeçen bi hev re dijîn, lê rengên xwe dernexistine holê, sedemê wê jî polîtîkaya bişeftin û tindiya bi salan berdewam dikiye û wiha domand: "Bi tayîbetî piştî qirkirina Gurgumê gelên li wê dijîn ketine hindirê xwe ji der ve re ne vekirîne. Kes naxwaze rengê xwe diyar bike. Belê bi hev re jiyan dikin lê di nava bêdengiyê de jiyanek veşartî tê dîtin li Gurgumê."
'Gel ketine nava bêdengiyê'
Ayşenur derbirî ku dikên qirkirina Gurgum ê li nevçeyên Elbistan û Pazarcikê hatiye jiyîn ev jî bûye sedem ku li wan deveran weke bajarek yê jiyan lê bêdeng bûyî tê dîtin û wiha berdewam kir: "Berdewamkirina şopên qirkirinê hîna berdewame. Elewî ji bo ku carekdin qirkirinê nejîn naxwazin bi peyîvin. Ji xwe gelek ji wan neçar man koçî diasporanya kirine, yên li cîhê qirkirinê mane jî bûne mexdurê tindiya polîsan û hîna jî berdewam dike. Ji ber tindiya polîsan ya ser bajar jin êdî hatine rewşa ku nikarin ji malên xwe derkevin. Polîtîkayên pergalê wiha bi pîlan ser bajêr de hatiye ku deverên aktîvîteyên civakiyên bajêr qet nîne. Ji ber mirov civakîbûnê naxazin. Ji ber bi salan derfetên gel derdên xwe û êşên kişane ji hev re bêjin nehêlane, wan jî xwe kişane hindirê xwe."
'Li bajar herêmên jiyana civakî nîne'
Ayşenur anî ziman ku ji bo jin derkevin nava jiyana civakî ti navendên wan nîne û wiha dom kir: "Zêdetir jin bi awayê profîlên karê malê kirinê hatine hêlan. Ji ber li bajêr nebûna kar gelek ji wan jî hevserê wan ji bo kar diçin bajarên cuda dixebitin. Ji ber wê jî jin bi tirsa 'Ez şaştiyekê nekim' tevlî nava aktîvîteyên civakî nabin. Ji bo pirsgirêkên heyî bên çareserkirin divê îstihdam bên zêdekirin, navendên jiyanê bên vekirin, dem dem panel û çalakiyên cihêreng bên li darxistin. Heger ev nebe heta xwe gihandina jinan ne gengaze. Bi HDP'ê re eleqeya jinan ya ji xebatan re çêbûye. Jin tên buroyên me taleban dikin û di derbarê xebatên me de agahiyan dixwazin. Di bajarek wek Gurgumê de guherînek wiha gelek giringe."
Ayşenur bilêv kir ku ji bo weke namzetên jin yên nava HDP'ê bi hişmendiya jinan xebatên xwe yên hilbijartinê birêve bibin dem dem tên bahev û wiha pêde çu: "Ji bo ku êdî ser navê jinan mêr xeber nedin, em jinên namzet bi hişmendiya jinan tevbigerin. Em di nava pergalek wiha zira dene dema ku em ser kurnebin û ne ramin em di aliyê pergalê de diçin." Ayşenur balkişand ser giringiya HDP'ê ji bo jinan û got: "Ji bo ku di nava HDP'ê de bibîn namzet divê xwedyê kevneşopiyek ya kurdawariyê bîn. HDP cihê mirov di navê de xwe bixe nava lêpirsînên weke ji bo pêşeroja gelên Tirkiyê divê çî bê kirin de. Emê bi gelek namzetên ji rengên cuda re siyasetê bikin. Xeta partiya me ji bo gel bi awayê herî baş bi hev re bijîn tekoşîn kirine."
(zt)