Li Erxeniyê namzetên HDP'ê esnaf ziyaret kirin
09:55
JINHA
AMED - Namzeta parlamentera HDP' ê Çaglar Demirel, di der barê xebatên hilbijartinan de li navçeya Erganî axivî û diyar kir ku roja yekitiyê ye û hemû kes dîvê di bin bana HDP'ê de bibe yek. Çaglar got:'' dema Serokwezîr derket got Kobanê dê bikeve ew ji çavên hemû kesan ket''
Namzeta parlamentera HDP' ê Çaglar Demirel, rêveberên HDP û DBPê ji bo xebatên hilbijartinê li navçeya Erxenî ya Amedê esnafan zîyaret kirin, pirsgirêk û daxwazên esnafan guhdarî kirin. Piştre ji bûroya hilbijartinê ya li taxa Sarayê heta taxa Ednan Menderes'ê bi girseyî meş hate li dar xistin. Meşa ku bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan bi def û zurnayê hate kirin ji alî esnafan jî bi tezahûratan hate pêşwazî kirin. Li qada Ednan Menderesê ev coş berdewam kir û şahiya ku hate destpêkirin bi dîlan û slogana berdewam kir. Çagla Demirel li vir axaftinek kir û bal kişand ser roja 6'ê Gulanê ya salvegera darvekirina Denîz Gezmîşan û bi deqeyek rêz girtinê wan bibîranî. Çaglar di axaftina xwe de benda ku di salên1980'an de pêk hatî nîşan kir û got:'' ew bend ji ber gel tevahî temsîlyeta xwe di meclîsê de nebîne hate ava kirin û niha jî bi heman armancê ev bend ji alî dewletê û hikûmeta AKP'ê ve tê berdewam kirin. Lê HDP û gelên Tirkiyê wê vê benda bê hûqûqî hilweşîne û AKP'ê jî daxîne.'' Çaglar bal kişand ku heta niha desthilatdaran gelan xizan hîştiye û wiha got:'' dewlet her tim gelê Kurd eciqandiye, ziman û çanda wê her tim qedexe û asîmile kiriye. Êdî bendewariya me li wan tune ye em ji hêza xwe bawerin.'' Çaglar li ser gera Serokwezîr ya li bajarên herêmê pêkhat jî sekinî û diyar kir ku Serokwezîr bendewariyên xwe li vir nedît û ji ber nîşana serfiraziyê jinek hate binçavkirin. Ser vê gotinê hemû kes bi slogan û tilîliyan bi nîşana serfiraziyê Serokwezîr protesto kirin.
Piştî şahiyê Namzeta parlamentera HDP' ê Çaglar Demirel û rêveberên HDP û DBP'ê beşdarî zîyareta du taziyeyên gel bû. Bername bi zîyareta malbatan berdewam kir.
(ch)