Jina di mitînga AKP'ê de nîşana serkeftinê kir hat darpkirin

17:23

JINHA

AGIRÎ - Jinek li Agiriyê ket qada mitînga AKP'ê û nîşaneya serkeftinê kir hate darpkirin û hat binçavkirin.

AKP'ê li Agiriyê mitîng li dar xist lê eleqeya dixwastin pêk nehat û jina di destpêka mitîngê de ket qadê û nîşaneya serkeftinê kir ji aliyê polîs û parêzvanên Davutoglu ve hate darpkirin. Bi rojanin ji bo mitîngê propagande tê kirin û Waliyê Wanê bi fermanê hemû wesayîtên fermî ji bo mitînga AKP'ê tehsîs kiribûn lê disa jî eleqeyekî mezin nedît. Li qada mitîngê jina ciwan a turbanli nîşaneya serkeftinê bilind kir û ji aliyê polîs û parêzvanên Davutoglu ve hate darpkirin û di erdê re rakişandin û ji qadê derxistin û binçavkirin.

(rc)