Emê li hember duzena xirab jiyana nû avabikin

10:52

Bêrîtan Elyakut/JINHA

SEMSUR - Namzetên parlementerên HDP'ê Ayten Yilmaz û Birsen Tunç diyar kirin ku dê li hember duzena xirabe jiyana nû avabikin. Namzetan dan zanîn ku li Semsurê gelek karkerên demsalê dixebitin. Namzetan balkişandin ser mêtîngeriya kedê li Samsunê û gotin: "Dê karê me yê despêkê çareserkirina pirsgirêkên karkerên demsalê be."

HDP ya ku weke partî diçe hilbijartinên 7'ê Hezîranê, amadekariyên nûneriya hemû gelan li meclisê dike. HDP ya ku nûneriya wekhev bingeh digire herî zêde namzetên jin nîşandaye, li herêmê û tevahiya Tirkiyê bi gel re tê bahev. Namzeta parlementera HDP'ê dayka 3 zarokan Ayten Yilmaz ya di temenê biçuk de zewiciyî destnîşan kir ku hîna wê xwe nasnekirî ew avêti cîhanek dinê. Ayten bilêv kir ku wê dest ji jiyan û tekoşînê berneda, li gel hemû astengiyan ji bo bandorkirina rengê jiyan di HDP'ê de bû namzet.

'Ezê nebim jina ku pergal dixwaze'

Ayten wiha dibêje: "Dema ku jin ber bi azadiyê ve bimeşe ti asteng nikare wan rawestîne. Min jî ev felsefek bingeh girt. Ezê nebim jina ku pergal û civak dixwaze. Dibe ku fikirên min çêbûnî, xeyal û keda min ji min dizîn lê ez li heber vê pergalê ne hilweşiyam." Ayten ya ku ji ber vîna xwe ya bihêz li gel zarokên xwe tekoşîna jiyanê dayî wiha domand: "Ya ku ez bi jinanê ve da girêdan zarokên minbûn. Ji ber ez di zarokatiya xwe de bûm dayîm, min zarokatiya xwe li gel zarokên xwe jiyan kir û tekoşîn jî bi wan re hînbûm. Min ser rewşa xwe ya di zaroktiyê de bûyîna dayîk dast da pênûsê û nivîsî."

'Emê ji duzena xiraber re bêjin raweste'

Ayten ya ku bi tena serê xwe tekoşîn kirî di serî de karkeriya demsalê di gelek qadan de xebitiye. Ayten bilêv kir ku mêr kolên pergalêne û jin jî kolê kolanin û wiha berdewam kir: "Em di nava malê û baxçan de xebitîn. Ji ber xizmeta mêr kirinê me hestên dayîktiyê jiyan nekir. Her dem weke jinekê ez di nava tekoşînê debûm. Em jin êdî ji bo ji vê pergala xirabere bêjin bese emê gav pêş de bavêjin. Emê jin duzena xirab hilweşînin û jinana nû avabikin."

'Hêz û gotina me heye'

Ayten anî ziman ku ji ber rol û misyon dana jinan ew di HDP'ê de bûye namzet û wiha dom kir: "Ez weke jinek, dayîkek û endamek ya nava gelan dibêjim tenê partiya ji pirsgirêkan re bibe hêza çareseriyê HDP ye. Ji derveyî HDP'ê di nava partiyên dinê de polîtîkaya jinan nîne û tiştek yê bide jinan jî nîne. Ez bang li hemû jinan dikim ku dibin banê HDP'ê de bicivin. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan hêz û gotina me heye. Werin em bi hev re dest bidin hev vê jiyana bê wate û welatê ne demokrat vegerînin beheşê ji bo wê jî ji HDP'ê re bêjin erê."

'Tenê partiya rengê jinan bandorker dike HDP ye'

Namzeta Parlementera HDP'ê ya di Rêza 5'emîn de Birsen Tunç jî Beşa Teknika Elektirîkê ya Zanîngeha Sermsurê dixwîne. Birsen destnîşan kir ku li herêma Sermsurê û tevahiya cîhanê weke çîna duyemîn li jinan tê nêrîn û got: "Jin her dem ji aliyê pergala serdestiya mêran ve tên perçiqandin. Di pêvajoyên dîrokî de jî navê jinan dihatin sîlkirin û ji ber çavan dihatin windakirin, di vê pêvajoyê de partiyek siyasî weke HDP'ê bûyîna asteng ji vê re ez ber bi xwe ve kişandim. Min got partiya herî rengê jinan bedew nîşan dide HDP ye û ez têde bûm namzet."

'Karê me yê despêkê çareseriya pirsgirêkên karkerên demsalê ye'

Birsen bilêv kir ku li herêma Semsurê pirsgirêka herî mezin ya jinan karkeriya demsalê ye û wiha domand: "Herî zêde dema ku jin karkeriya demsalê dike keda wan tê mêtîngerkirin. Li Sermsurê jî gelek karkerên demsalê yên jin hene. Dema ku ser keda wê mêtîngerî çêdibe di aliyê giyanî de jî mexdur dibe. Emê jî karê xwe yê despêkê çareserkirina pirsgirêkên jinan têxin meryetê." Birsen balkişand ser rola HDP di hevserokatiyê de dide jinan û diyar kir ku HDP bi rêbaza xwe ya hevserokatiyê ji bo hemû partiyên dinê bûye mînak.

(zt)