Li Sinop ê tenê namzeta jin Ayşegul: Emê hewayê biguherin

09:47

Asya Tekin/JINHA

SİNOP- Li Sinopê ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê tenê jina namzeta Ayşegul Kafkas e. Namzeta Parlementera HDP'ê Ayşegul ya ku ji kevneşopiyek sosyalîst tê diyar kir ku dê di her qada jiyanê de alîkariya jinan bikin û banga herikîna ber bi HDP'ê ve li hemû jinan kir.

Sînopa dikeve aliyê bakurê Tirkiyê ku weke bajarê deryavaniyê û turîzmê tê zanîn ji bo gundên gelên cuda yên weke laz, çerkez, rum, kurd û tirkan malavahiyê dike weke bajarek yê modêla bi hev re jiyan kirina gelane. Di tevahî bajar de tenê jina namzet Ayşegul Kafkas ya Namzeta Parlementera HDP'ê ye. Ayşegul ya ku ji kevneşopiyek sosyalîst tê, jiyana xwe ser tekoşînê berdewam kiriye û di rêxistinên civakiyê sendîkal de cîh girtiye. Ayşegul da zanîn ku divê ji bo jinan bi çavê nerênî bê nêrîn, li hember bêkarî, feqîrî, santralên nukleer ê bang di bin banê HDP'ê de yekgirtinê li hemû jinan kir.

'Emê weke jinên HDP'ê pergalê biguherin'

Ayşegul wiha dibêje: "Di salên xwe yên xwendekariyê de min tekoşîna demokrasiya radîkal dida. Niha jî di nava HDP'ê de tekoşîna radîkal didim. Ji ber min ji nûneriya wekhev ya nava HDP'ê de ku bi heman wekheviyê çuna hilbijartinê bawer kir ji ber wê ez di HDP'ê de bûm namzet."

Ayşegul destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna şideta ser jinan û dawîkirina qirkirinên jinan tekoşînê bikin û dê li Tirkiyê hewayê bidin guhertin û wiha domand: "Li welatê me her roja diçe cînayetên jinan zêde dibe. Ev cînayet polîtîkim. Ji ber wê jî divê pergala mêrane ya em di navê de dijîn bê guhertin. Ji ciwaniya xwe heya niha ji bo guherîna vê min kar kiriye. Di meclisê de jî em armanc dikin ku vê bidin guhertin. Heya ku ev pergal neyê guherîn bêmefî naqede. Ji bo guherîna van tevan divê despêkê pergal bê guhertin. Emê jinên HDP'ê û hemû jin bi hev re dest bidin hev û vê pergalê biguherin."

'Kevneşopiya me ya tekoşînê ya zor hilbijartine'

Ayşegul wiha berdewam kir: "Kevneşopiya me ya tekoşînê ya zor hilbijartin û hêza guherînê danîna holê ye. Aliyê HDP'ê yê hemû gel, bawerî û yên tên perçiqandin gihandina hev heye. Emê li hember pergala ku gelan ji hev diqetîne serîhildin û bendê hilweşînin. Ji rojên me yên despêka tekoşînê heya niha me ya hêsan hilnebijartiye. Em her dem ser ya herî zor çune. Em yên ku ya hêsan hildibijêrin jî dibînin. Ji me zêdetir tama dinyayê derdixin. Lê me jiyanek wiha ne hilbijartiye. Me jî dikarin wê jiyanê hilbijêrin. Lê bi hişmendî me jiyan nû hilbijart. Me bi hişmendî guherîna cîhanê tercîh kiriye. Me bi vî awayî tekoşîna xwe berdewam kiriye û emê berdewam bikin."

'Jin bi hilberînê dikare azad bibe'

Ayşegul anî ziman ku divê jin di nava hilberînê debin û wiha dom kir: "Jinên li vêderê dijîn tenê bi hilberînê dikarin azad bibin. Li cihek hilberîn neyî em nikarin qala azadiyê bikin. Em tenê dikarin bi hilberînê azad bibin. Lê divê hilberîn jî bi wekhevî bê parkirin. Ji xwe jin pêc qad zêde rastî mêtîngeriya kedê tên. Em çawan bi nûneriyek wekhev siyasetê dikin, emê bi heman şêweyî di her qadên jiyanê de bi awayek radîkal alîkariya jinan bikin. Ji bo keda jinên di nava hilberînê de neyê mêtîngerkirin, jinên dixebitin bikarin li zarokên xwe binêrin û ji bo jin ji mêtîngeriya kedê ya tenê ji ber jinin ser wan tê kirin rizgar bibin emê bixebitin. Ji ber jin kesîma di asta herî bilin de keda wan hatî mêtînger kirine."

Ayşegul banga bilindkirina tekoşînê li hemû jinan kir û wiha got: "Werin em bi hev re vîna mirovahiyê ya mezin rizgar bikin. Werin em bi hev re cîhanek ji rengê keskesorê avabikin. Vîna mirovan ya herî mezin di nava HDP'ê re rizgar bikin."

(zt)