Li Mêrdînê jinên li ber erbanê xebatên hilbijartinê dikin rastî astengiya polîsan hatin
17:23
JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinên ku bi boneya alîkarî dayîna Namzeta Parlementera HDP'ê Gulser Yıldırım li ber dengê erbanê ketin meşê rastî astengiya polîsa hatin.
Aktîvîstên KJA'yê yên Mêrdînê bi boneya piştgiriya HDP'ê meşa bi erbane li darxist. Meşa ku ji ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dest pê kir, Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û aktîvîstên KJA'yê û gelek jin amade bûn. Jinan alên HDP'ê hildan, ligel erbaneyan stranên HDP'ê gotin û dirûşmeya "HDP" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û heta kolana Rawza ya li taxa Yenîşehîrê meş pêk anîn. Jinan di dema meşê de belavokên HDP'ê li welatiyan û esnafên sûka taxê ya roja Sêşemê belav kirin.
Jinan li sûka roja Sêşemê govend gerandin û xwestin heta buroya hilbijartinê ya HDP'ê bimeşin. Jinên ku li ser peyarêyan meşa xwe dewam kirin, dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan li vir helwestek tund nîşanî Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û jinan da bû ser jinan de çûn. Polîsan dîsa li wê jin bi cezayan tehdît kir û got ku ew destûr nadin meşê. Li vir di navbera Namzeta Parlementera HDP'ê Gulser û polîsan de nîqaş derket. Gulser, anî ziman ku xebata hilbijartinê ya ku ew niha didin meşandin ne sûc û qedexeye û xebatek demokratîk didin meşandin. Amîrek polîsan jî ji Namzet Gulser re got "Hûn tune ne." Li ser vê gotina polîs, nîqaş bêtir zêdebû û bertekên jinan hin bêtir derketin pêş.
(zt)