Deniz Yıldırım: Sekna me hêviyê dide hemû jinan

09:26

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Antalya yê di Rêza 2'emîn de cîh digire Parêzer Feminis Deniz Yildirim diyar kir ku jin eleqeyek gelek mezin nîşanî HDP'ê didin û got: "Ji ber di aliyê nûnerî û azadiya jinên de sekna me hêviyê dide hemû jinan. Li Antalyayê em dikarin 2 heta 3 derxînin."

Feminist Parêzer Deniz Yildirim ya ku li Antalyayê Namzeta Parlementera HDP'ê hatî nîşandan bi salane weke parêzerekê tekoşîn kiriye. Deniz ya ku bi nasnama xwe ya Feministiyê tê zanîn zarokatiya xwe li bajarokek biçuk Alaca yê de derbaskiriye. Di salên demdirêj ya li Elmanyayê jiyayî ser mafê penaberan xebitiye.

'Min bi veşartî pirtûk dixwend'

Deniz anî ziman ku ew ji lorînên dapîra xwe yên kurdî û jiyana dayîka xwe bandor bûye û wiha domand: "Di dibistanê de perwerda oliya ku di mal de min nedîtî bi min re nakokî çêkir, paşê bi wan nakokiyan re ez hînbûm ku em elewîne, ev ji aliyê dewletê ev nayê pejirandin û divê em veşartî bihêlin. Paşê jî ez hînbûm ku em kurdin lê axaftina kurdî jî nayê pejirandin. Di dibistana navîn de min nêrînên sosyalîst, navê Denizan û Kaypakayeyan bihîst. Min bi veşartî pirtûk û kovarên sosyalîstan xwendin û ez hatim van rojan."

Tekoşîna siyasî û paşê rojên girtinê

Deniza ku despêkê dema derketî derveyî welat 14 salî ji axaftinê her kesê yên bi zimanê wan yê dayîkê bandor dibû rojên xwe yên tekoşînê û rojên bi tundiya polîsan re ru bi ru mayî wiha anî ziman: "Hemû netewên cîhanê li deverekê bi zimanê xwe dipeyîviyan. Di wan salan de derketina derveyî welat gelek bû û li derveyî welat welatparêzan êşên giran dikişan. Li wê me bi agahiyê îskence û mirinê jiyan dikir. Ez diçum beşa ciwanên KDP'ê û komeleyên karker û koçberên Tirkiyê. Rojên min bi pirsgirêkên zarokên koçber û têkiliyên bi dawîreyên biyanî û ciwanan re derbasdibûn. Paşê ez di komela yekem ya xwendekarên Tirkiyê ya piştî 12'ê Îlonê de xebitîm. Ez bi tundiyên polîsan re muxatab dibûm, ev bi salan berdewam kir. Heta di şahiyek biçuk de jî doz bi salan berdewam dikir. Piştî 12'ê Îlonê di çalakiyên girseyî yên bi navê çalakiyên nîsanê tên zanîn di sala 1987'an de ez hatim girtin."

'Parêzarên feminist alîkariyê nabînin'

Deniz bilêv kir ku weke parêzerên feminist di nava hiquqvanên cîhanê de alîkariyê nabînin û wiha berdewam kir: "Weke mînak li Antalyayê ji sedî 39 parêzer jinin, lê di rêveberiya Baro yê de tenê 1 jin heye. Desteya Mafê Jinan a Baro yê di vê pêvajoya ku qirkirinên jinan heyî gelek zêde de gelek kar kirine."

'Teqez emê di hilbijartinê de serbikevin'

Deniz diyar kir ku li Antalya û tevahiya Tirkiyê her kes HDP'ê di peyîvin û wiha got: "Ji ber wê jî di hilbijartinê de teqez emê bi serkevin. Ji ber sekna me ya nûneriyê û azadiya jinên hêviyê dide hemû jinan. Li Antalya em dikarin 2 heta 3 parlementeran derxînin. Deshilatiya AKP'ê heya dawiyê ji HDP'ê nerihete. Êrîşên ser HDP'ê jî ji ber vê ye. Emê her kesê hînî hebûna xwe û hatina avahiya partiyê bikin. Ji ber em ne li berçunê ne. Hêzên partiya me pêktînin hîmên bingehîn yên vê erdnîgariyê ne. Serketina HDP'ê ji bo keda bi deh salan di aliyê siyasetê de şanseke. Hatina gelhev ya hêzên demokratîk baweriyê dide min ku tiştekê avabikin. Ji ber wê jî pêvajoya HDK-HDP hêviyên mezin dide min."

(zt)