Li Qoserê namzetên jin bi coşa mitîngê hatin pêşwazî kirin
16:14
JINHA
MÊRDÎN - Namzeta parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gûlser Yildirim li Qoserê ji aliye esnaf û jinan bi coş hate pêşwazî kirin.
Namzeta parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gûlser Yildirim li taxa Atatûrk a Qoserê bi jinan re hat ba hev. Hevdîtina ku bi coşa mitîngê hate pêşwaz kirin Hevşaredara HDP'ê a bajêr Gazal Batirhan, hevşaredara DBP'a navçeyan Necla Kaya jî tevlîbû. Pêşwazî bi durişmeya "Bijî Serok APO", "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Şehît namirin", hat qîrandin. Gazal Batirhan ji jinan re axivî û got: "Li Kobanê çawan em Kurd bûn yek, îro jî ji bo yekîtiyê emê dest bidin hev û bendê derbas bikin."
'Di 7'ê Hezîranê de emê hêza xwe nîşanê cîhanê bikin'
Gûlser Yildirim jî wiha got: "Bi salane em bi têkoşîna xwe hêzê xwe nîşanê hemû cîhanê didin. Di 7'ê Hazîranê de jî li ser sandiqê hilbijartinê emê hêzê xwe nîşan bidin. AKP'ê dixweze bi vê hilbijartinê ve 400 parlementer derbixe. Dixweze nijatperestiyê bîne vî welatî. Weke gelê Kurd emê tu car destûrê nedin vê yekê. Gelê Kurd wê destûrê nede çete,diz , qatilê zarokan û yên ku zilmê li gel dike were rêvebiriyê."
(rc)