Li Stenbolê namzetên jin bi gel re hatin ba hev

13:49

JINHA

STENBOL - Li navçeyên Stenbolê namzetên parlementeriyên HDP'ê yên jin bi gel re hevdîtinên xwe didomînin.

Li navçeyên Stenbolê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê didome. Bi tevlîbûna namzetên parlementeriyê Ayşe Berktay û Burcu Demîrbaş li semta Yarimburgaz ya navçeya Kuçukçekmecê buroya hilbijartinê hate vekirin. Li vir Burcu ji gel re axivî û got: " Me bi ciwanî dest bi têkoşînê kir emê bi ciwanî jî bi serbixin." Her wiha Ayşe jî got: " yên ku siyasetê ser navê olê didin meşandin Fîravunin. Emê pêşerojek ku her bawarî xwe têde nasbike înşa bikin. Li Rojava bi destê çeteyan dixwezin gel qetibikin. Lê berxwedana Kobanê ya bê hempa û biryara meşa wê ya ber bi azadiyê ve kes nikare bide rawastandin."

Di heman demê de li navçeya Başakşehîrê li taxên Bogazkoyê û Kayaşehîrê buroya îrtîbatê ya hilbijartinê hat vekirin. Bi tevlîbûna namzetê parlementeriyê Nergîz Vasîogulu ve buro hatin vekirin.

(rc)