Heyeta Federala Kurdistanê HDP ziyaret kir
12:42
JINHA
AMED - Heyeta parlementerên Herêma Federala Kurdistanê yên ji bo Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê hatine Amedê HDP ziyaret kirin.
Heyeta parlementerên Herêma Federala Kurdistanê ku di navê de ji Tevgera Goran Evra Îbrahîm, ji PDK'ê Ali Halo, ji YNK'ê Salih Feqî jî heyî Navenda Rêxistina HDP'ê ya Amedê ziyaret kirin. Heyet ji aliyê Namzeta Parlementeriyê Feleknas Uca, Nesrin Hilal Şanli û rêveberên HDP'ê ve hatin pêşewazîkirin. Sernavê heyetê Ali Halo diyar kir ku ew di hilbijartinan de piştevaniya HDP'ê dikin, ji bo wê jî çî ji destê wan bê dê bikin û got: "Dema ku kurd bibin yek aştiya Rojhilata Navîn teqeze. Ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn yekîtiya kurdan gelek giringe. Serkeftina HDP'ê di heman demê de serkeftina meye."
'Dê sînorên sunî nikare yekîtiya me parçe bike'
Hevseroka Navenda Rêxistina HDP'ê Gulşen Ozen jî anî ziman ku hevgirtina 4 aliyê Kurdistanê giringe. Namzeta Parlementare HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî da zanîn ku heya niha her dem deshilatiyî di her xalê de li pêşiya gelê kurd bûne asteng. Feleknas bilêv kir ku ewê netenê ji bo gelê kurd di heman demê de dê bibin dengê hemû gelên tên çewisandin û perçiqandin, ewê ji sedî 10 bendê hilweşînin û jiyana demokratîk avabikin. Feleknas destnîşan kir ku tenê partiya rêngê jinê HDP ye û wiha domand: "Emê rengê meclisê biguherin. Ji bo ku gelê kurd hilweşînin Kurdistan li 4 parçan belav kirin û her demê xwestin yekîtiya me xirabikin. Sînorên wan yên sunî nekarîn yekîtiya me têk bibe. Emê bi hev re azadiyê bînin."
(zt)