Elif Ronahi: Her dengê tê dayîna HDP'ê beyana vîna jiyana nû ye
09:34
Dicle Arya/JINHA
BEHDİNAN - Endama Koordinasyona KJK'ê Elif Ronahî bang li hemû gelên li Tirkiyê û tayîbetî jinan kir ku heya 7'ê Hezîranê bi ser û canê xwe alîkariya HDP'ê bikin, berpirsyariyê bigirin û li hember êrîşan bi tedbîrbin û wiha domand: "Divê em ji bîr nekin ev ne tenê hilbijartineke. Ev despêka tercîha jiyanek nû ye. Ji ber wê jî her dengê ku tê dayîna HDP'ê beyana vîna jiyana nû ye."
Endama Koordinasyona Komala Jinên Kurdistan (KJK) ê Elif Rohanhî dibin banê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê de kombûna jinan û danezana hilbijartinê nirxand. Elif anî ziman ku tiştên hilbijartina 7'ê Hezîranê ji hilbijartinên dinê cuda dike berfirehkirina siyaseta demokratîke. Elif da zanîn ku li hember deshilatiyê gel bi hiş û hoyê xwe ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê tînin, ji ber wê jî girseyek mezin vê weke alternatîf dibînin û wiha tevlîdibin. Elif diyar kir ku li Tirkiyê xala ku HDP gihiştiyê herî nêz tekoşîna azadiya jinan dişopîne, ji ber ji bo siyaseta demokratîk xala herî bingehîn jinin. Elif destnîşan kir ku bi salane navenda herî jiyaniya civakê siyaset bi dest hişmendiya mêran û dewletê ve hatiye hiştin, ji ber wê jî pirsgirêk li şona çareseriyê weke çiyayan mezinbûne, ketine ser hev û rê li ber hilweşînan vekiriye.
'HDP navê nû yê siyaseta alternatîfe'
Elif bilêv kir ku hilweşîn û pirsgirêkan herî zêde jin bandor kirine û pirsgirêkên jinan mezin kirine û wiha got: "Ji ber wê jî divê siyaseta alternatîf ya li hember siyaseta deshilata heyî girêdayî jinan pêşbikeve. Ya îro di nava HDP'ê de jî pêşdikeve eve. Ji ber wê jî HDP navê nû yê siyaseta alternatîfe. Tişta ku di pêşengiya HDP'ê de pêşdikeve pêşxistina siyaseta jinan li Tirkiyê ye, mudaxeleya siyaseta bi salan ji însafa mêran re hatî hêlane, ev jî mudaxeleya navenda jiyana civakê ya herî bingehîne. Divê jin weke hêza çareseriyê di vê qadê de xwe bisepîne. Ji ber wê jî HDP partiya jinane, ji ber wê jî di siyasetê de xwediyê tayîbetmendiyên yekeme. Ji ber wê jî derbaskirina HDP'ê ya bendê hem ji bo Tirkiyê û hem jî ji bo jinan di asta şoreşê de giringe. Hem di aliyê pergala hevserokatiyê de û hem jî di aliyê ji sedî 48 namzet nîşandanê ji xwe berê de start daye. Ji ber wê jî HDP'ê bi nûneriya wekhev li Tirkiyê bi siyaseta stratejîk hameleyk nû daye serspêkirin û di siyasetê de perspektîfa demokratîk qazanc kiriye."
'Danezan di asta hevpeyîmana civakîdene'
Elif danezana hilbijartinê ya HDP'ê weke ji nû ve hevpeyîmana jinan ya bi civakê re wiha nirxand: "Divê weke partiyek kilasîk li HDP'ê neyê nêrîn. Bi pêşengiya HDP'ê ji nû ve tevlîbûna jinan ya li siyasetê giringe. Ya giring jiyana nû ya alternatîf avakirin û nûneriya wê kirine. Ji ber wê jî divê baş bê zanîn ku namzetên jin yên nava HDP'ê de xwediyê rol û berprisiyariyek giringin. Ji ber wê jî divê namzetên jin yên nava HDP'ê bi hevpar li çareseriya pirsên çî kirin û ji ku despêkirinê bigerin. Weke mînak dikarin ji pirsa emê çawan weke hîmên bingehîn yê jiyana nû emê çawan pergala heyî biguherîn. Heger pergal ser navenda herî jiyanî ya civakê bandor kiriye, divê navendên jiyanê yên weke siyaset, aborî, hiquq û tenduristî ji nû ve bên rêxistin kirin û ev navend ji hişmendiya yekane bên pak kirin. Ev jî dest dana pirsgirêkên bingehin yên civakê û jinan û çareseriya wan gengaze."
'Rola akademiyan di avakirina jiyana azad de diyarkere'
Elif anî ziman ku divê rola Akademiyên Siyasetê yên Jinan weke pêşxistina hişmendiya jiyanê û bi piratîk kirina wê bê zanîn û wiha berdewam kir: "Ji ber wê jî Akademiyên Siyasetê yên Jinan bi sazîbûna jinên rêxistinkirî û bi hîşmendîne. Rola akademiyên jinan yên azad di avakirina jiyana azad de jiyaniye. Rolekdin ya Akademiyên Siyasetê yên Jinan jî ji pirsgirêkên zayendî yên di aliyê hiquqî de rê lê hatî vekirin çareseriyek bingehîn jêre dîtine. Ev jî bi rêya ol, newet, çand, siyasetê û wekedinê dibe. Ev bi makezagonek ya hemû nasnameyên civakî xwe têde dîtin, her du zayend cuda bûna xwe ya cewherî têde dîtinê, wekhevî û azadiya xwe pêşxistinê gengaze. Peyîwira herî dîroki ya namzetên HDP'ê ji bo makezagonek zêdetir demokratîk tekoşîn kirine."
'HDP jiyana nû û beyana vînê ye'
Elif bilêv kir ku divê di pêvajoyek wiha giring de yek ji xalên girting ku ser bê rawerstandin jî misyona ku HDP'ê ji bo jinan û gelan dayî ser milê xwe rast û baş bi civakê dayîna nasîn û têgihiştine û wiha dom kir: "Divê jin û gel vê pêvajoyê weke çavkaniya avakirina jiyana nû bizanin, HDP'ê weke beyana vîna avakirina jiyana nû bizanin û bi vê hişmendiyê tevlî hilbijartinan bûnê gelek giringe. Ji ber wê jî ez bang li hemû gelên li Tirkiyê û tayîbetî jinan dikim ku heya 7'ê Hezîranê bi ser û canê xwe alîkariya HDP'ê bikin, berpirsyariyê bigirin û li hember êrîşan bi tedbîrbin. Divê em ji bîrnekin ku ev tenê ne hilbijartineke. Ev despêkirina tercîha jiyanek nûye. Ji ber wê jî her dengê ku bê dayîna HDP'ê beyana vîna jiyana nûye."
(zt)