Namzetên jin yên Manisa yê ji kolanan û kedkaran tên

09:29

Handan Tufan/ JINHA

MANİSA- Ji namzetên HDP'ê Sibel Genç û Gulseren Onat du jinên ku di nava tekoşîna her qadên jiyanê de cîh girtine. Gulderen ya ku di fabrîqeyan de ked daye û Sibel ya di sendîka û herêmên ekolojî de cîh girtiye diyarkirin ku ji bo pêşerojek bedew ew jinên Manîsayê dawetî "jiyana nû" dikin.

Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de partiya herî balkêş HDP ya bi nûneriya xwe ya wekhev ji hemû reng, kesîm û gelan namzet nîşandayi ye. Namzetên jin yên HDP'ê yên Manisayê Sibel Genç û Gulseren Onat jî tenê du ji wanin. Gulseren û Sibel çima di HDP'ê de bûne namzet, bi Manîsa re girêdanek çawan çêkirine û çima divê jin deng bidin HDP'ê nirxandin kirin.

Xebatên jinan...

Sibel Genç ya di sala 1965'an de li Mûçê hatî dinê li Mûşê demdirêj xebatên sendîkayan kiriye, li gel wê jî di nava tekoşînên jinan de cîh girtiye. Sibel da zanîn ku çanda eko parçeyek yê jiyana jiyanêye. Sibel destnîşan kir ku dema çuye Ayvalik ê di nava komeleyên derdorê de bi dilxazî cîhgirtiye. Sibel anî ziman ku diya wê ji Fathiyê ye, ew hem bi çanda çanda kurdî û hem jî ya Egeyê mezin bûye. Sibel derbirî ku wê xwesitye li Manisayê ji bo jinan xebatê bike.

'Tiştên li Manîsayê hatîn jiyîn dişibe çîrokên me'

Sibel doza ciwanan ya di sala 1995'an de bi navê Doza Ciwanên Manîsayê tê zanîn bibîrxist û wiha domand: "Li wê dayîkek dema ku keça wê ya 16 salî digirtin binçavan qêr û hewar dikir ji bo keça wê nebin. Ew qêrîn ticarî ji ber guhê min neçu. Ji ber li Kurdistanê jî her roj teqez em rastî van bûyeran dihatin. Ev xalek ya min bi Manîsayê ve dida girêdan, ji ber çîrokên wan yên jiyanê û bûyerên bi serê wan dihatin hema weke yên mene." Sibel bilêv kir ku bi van jî sînor nema êşa karkerên Soma yê jî bi heman awayiye û wiha berdewam kir: "Em di nava van êşan de mezinbûne. Li Manîsayê girseyek me ya koçber heye. Ev mirov ji robar, cobar, xweza û bîranînên xwe qetiyayî hatine vêderê. Ji ber wê jî di aliyê hestiyarî de li Manîsayê bi kurdan û tirkan re pir bi rehetî ez dikarim bi êşên wan re hefparbim."

'Em dixwazin jinên Manîsayê beşdarî jiyana nû bibin'

Sibel bang li jinên Manîsayê kir destnîşan kir ku proja HDP'ê ya nû despêkiriye û wiha dom kir: "Di nava vê projê de jin weke vîn dikarin tevlîbibin. Ev vîn tenê nayê wanteya dengekê. Emê di nava komara demokratîk ya nû de bi dengê xwe çalakvan û pêşeng bin. Em dixwazin jinên Manisayê beşdarî jiyana nû bibin."

Tekoşîna Gulseren Onat di kolanan de despêkiriye

Gulseren Onat ya ku di sala 1969'an de li Dêrsimê hatî dinê ji ber pirsgirêkên aboriyê ji warê xwe qetiyane despêkê li Xerpêt paşê Stenbol û dawiyê jî li Îzmîrê bicîh bûne. Gulseren weke zaroka malbatek elewî di nava Platforma Sosyalîstên Tênperçiqandin de tekoşîn kiriye. Gulseren di sala 1996'an de weke xebatkara Rojnama Atilim ê di çapemeniyê de gelek diz lê hetin vekirin. Gulseren Rêveberiya Rêxistina ESP'ê ya Îzmîrê kiriye, di avakirina HDK û HDP'ê de jî cîh girtiye.

Di tekoşîna çînî de halê jinan...

Gulseren dibêje: "Ez jinek ji tekoşîna kolanan û karkera fabrîqayan têm." Gulseren diyar kir ku ji bo hişmendiya tekoşîna jinan ya zayendî çî ji destê wê bê dê bike.Gulseren da zanîn ku jin ji ber zayendîbûna xwe li cihên kar rastî tacîz û tecawîzê tên. Gulseren xwest jin li hember van bûyer û kirinan xwe bi rêxistin bikin. Gulseren destnîşan kir ku divê li hember cînayetên kar jî tekoşîn bê mezin kirin, li Manîsa jî jinên elewî û karker pirin. Gulseren anî ziman ku ji bo jin xwe îfadebikin cihê herî guncaw HDP ye û wiha berdewam kir: "Divê jin ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe ber bi partiyek demokratîk ve tevbigerin. Ev jî HDP ye."

(zt)