'HDP dê pergala sed salan hilweşîne'

20:03

JİNHA

Amed- Namzeta Parlamentera HDP’ê Nesrîn Şanli li navçeya Amedê ya Çêrmûgê der barê girîngiya hilbijartina Hezîranê de axivî û da zanîn ku ji bo qedera Tirkiyê û Kurdîstanê were guherandin divê gelê Kurd hêza xwe mezin bike û got:’’ hedefa me mezin e, divê xebatên me jî li gor armanca me xurt be.’

Namzetên Parlamenterên HDP’ê Nesrîn Şanli û Zîya Pîr ji bo xebatên hilbijartinê li navçeya Amedê ya Çêrmûgê esnaf û gundan zîyaret kirin. parlamenterên HDP'ê ku li navçeyê bi kulîlkan hatin pêşwazî kirin li navenda Çêrmûgê bi esnafan re têkilî danîn û pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin. Esnafên ku pirsgirêkên xwe yên aborî anîn ziman diyar kirin ku kesên bûne desthilatdar heta niha tû sozên dane wan ne anîne cîh û dıyar kirin ku rayên xwe wê bidin HDP’e. Namzetên Parlamenterên HDP’ê Nesrîn Şanli û Zîya Pîr li navçeya HDP’ê ya Çêrmûgê civînek jî bi gel re girtin û bang li hemû kesan kirin ku wek parlamenterek xebatên hilbijartinê bimeşînin. Namzeta Parlamentera HDP’ê Nesrîn Şanli destnişan kir ku HDP bi hemû baweriyan, netew û zimanan ketiye rêya hilbijartinê û wê biserkeve.

' HDP dê sîyaseta Rojhilata Navîn biguherine'

Nesrîn axaftina xwe wiha berdewam kir:'' em ji xwe bawerin ku ev pergala sed sala ku her tim şexsîyetan, pergala dewletan mezin kirine lê gelên bindest xizan hîştine piştî 8'ê Hezîranê em ê vê pergalê hilweşîne. jîyanekî nû bi azadî, demokrasî û wekhevî ava bike. ji bo vê em ê hemû derfetên dewletê ji bo gelan bi kar bîne'' Nesrîn da zanîn ku dema gel hêz bide û HDP bi awayekî hêzdar bikeve meclîsê dê Kurd sîyaseta meclîsê, Tirkiyê, Kurdîstanê û hemû Rojhilata Navîn bigûherîne û got:'' Kurd wê gavê dikarin dengê xwe bi hemû cîhanê belav bikin.sîyaseta bi demokrasiyê ji cîhanê re nîşan bide.'' piştî axaftina Nesrîn Şanli biraziyê Kemal Pîr Namzetê Parlamenterê HDP’ê Zîya Pîr jî axivî û got:'' min ji Ordû ya Heqî Karer, ji Gûmûşxaneya Kemal Pîr ji we re silavên germ anîne.''

'Kurd divê qedera xwe biguherîne'

Zîya di axaftina xwe de bal kişand ku Heqî Karer, Kemal Pîr û Abdullah Öcalan bi rêhevalên xwe re li Enqereyê pêvajoyek dan destpêkirin û wiha berdewam kir:'' divê em li vê armancê li van nîrxan xwedî derbikevin.'' Ziya da zanîn ku dema ji bajarên Kurdîstanê ray ji AKP' ê re derdikeve ew wek mirovekî Tirk ji vê pir xemgîn dibe û got:'' ez nikarim vê rabikim û şerm dikim. lewre her roj ji bajarên Rojava û ji çar alî Kurdîstanê şehîdên me tê. Ev ne qedera Kurda ye û divê Kurd qedera xwe biguherîne. Kurd divê êdî AKP'ê di 7'ê Hezîranê de di sandoqê de biqedîne.'' piştî civîna li navçeya HDP'ê Namzetên Parlamenterên HDP'ê ber bi gundan ve bi rê ketin û bi rêzê gundên Bedvana Jorîn û jêrîn,Taşxaliya Jêrîn û jorîn, Xelîlan,Kışanê û gundê ku piranî Tirkmen lê dimînin gundê Alozê geriyan. Gundiyan bi coş û moral parlamentera pêşwazî kirin û xwestin ku êdî îradeya gelê

Kurd di meclîsê de bi ser navê partiya xwe temsîlyeta xwe bike. Namzetên Parlamenterên HDP’ê Nesrîn Şanli û Zîya Pîr jî baweriya xwe ya li hember gelê Kurd anî ziman û xwestin ku gelê Kurd û hemû gelên bindest azadî û îradeya xwe pêk bîne.

(ch)