TJKE: banga 'dengê xwe bidin HDP'ê' li jinan kir

13:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - TJKE, bang li jinan kir ku dengên xwe bidin HDP’ê û got: "Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê dengên jinan qedera Tirkiye û Kurdistanê diyar bike.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li tevayî jinên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kilîla rizgariyê ya Tirkiye ji pençeyên dîktoriyê û bûyîna gola xwînê rizgar bike, di destê jinan de ye û wiha hat gotin: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê dengên jinan qedera Tirkiye û Kurdistanê diyar bike. Her dengê ji HDP’ê re wê bibe kevirekî ku li rêya aştî, xwişk û biratî û wekheviyê tê danîn.”

(zt)