Li hember tarîtiya 12'ê Îlonê li ber xwe da, niha jî bi avakirina 'jiyana nû' di HDP'ê deye
10:10
Zehra Doğan/JINHA
AMED -
Namzeta Parlementera HDP'ê ya Sêwasê Mevlude Acar diyar kir ku dê bi danezana "mirovahiya mezin" têkevin hilbijartinê. Mevlude got: "Zanîngeha min ya herî mezin" û da zanîn ku di navbera salên 1984-1990'an de li Girtîgeha Leşkeriya Amedê li hember îskenca herî hovane ya Esad Oktay bêdengiya heyî bi manîfestoya mirovahiyê xirakir. Mevlude dema ku ji girtîgehê derdikeve vedigere Sêwasê, lê ji ber lêgerînê û tindiya zêde Sêwasê diteriykîne, diçe Stenbolê, ji ber lêgerîna wê bi salan veşartî jiyaye. Di sala 1998'an de tê beraetkirin. Mevlude li Stenbolê di qadan de ji bo parastina mafê karkeran tekoşîn kiriye. Namzeta Parlementera HDP'ê Mevlude ji Girtîgeha Amedê heya kolanên Stenbolê salên xwe yên tekoşînê û berxedana xwe ya karkeran vegot.
Hem hakrê xwe û hem jî xebatên xwe yên namzetiyê bi hev re dibe
Mevulde destnîşan kir ku wê hem bi wasîta ÎŞKUR a Şaredariya Sêwasê weke karkera demiy ay paqijiyê kar kir û hem jî weke namzeta HDP'ê ya parlementeriyê xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve dibe û wiha domand: "Her sala ku ez diçum memleketê xwe kes tevlî xebatan nedibûn. Îsal şansê min başbû, li gel xwendekaran me navenda rêxistina HDP'ê avakir. Êdî navendek me ya rêxistinê heye. Ji ber wê jî me hîn hêsantir dest bi xebatan kir. Rêxistinek me ya karker, kedkar û xwendekaran tîne bahev heye. Ji bo em bibin dengê yên tên perçiqandin û mafê karkeran yek bi yek bi parêzin em li Sêwasê tekoşîna xwe berdewam dikin."
'Partiya min nûneriya min dike'
Mevlude ya ku ji HD, DEP heya HADEP'ê di hemû partiyên siyasî de xebatkiriye wiha axivî: "Ji derveyî HDP ya ku bi hêza rêxistinkirina şoreşgeran hatî avakirin min li ti derêndinê dê cîh negirtana. Ji ber partiya min nûneriya min dike. Partiya min nûneriya karkeran dike, ev tiştek gelek giringe. Partiya min deverek ya keda min têde heyîye. Ezê bi keda xwe nûneriya gelê xwe yê Sêwasê ya ji dîrokê heya niha ser lîstok hatîn lîstin û hatî birîndarkirin bikim."
'Emê ji kurahiya tarîtiyê berbi ronahiyê ve bimeşin'
Mevlude Acar dibêje: "Tekoşîna min ji tarîtiya 12'ê Îlonê ber bi koridorên meclisê ve rêwîtiyek dur û dirêje. Ji bo min îskenca 12'ê Îlonê ji mirovahiyê derketina asta herî dawiye." Mevlude anî ziman ku hîna encamên 12'ê Îlonê bi dawînebûye HDP li hember travmayên hatî jiyankirin weke çareyek dîtiye, dê pêvajoya xwe ya hiquqî li wê berdewam bike û wiha dom kir: "Ji bo keda jinê bê dîtin çî ji destê min bê ezê bikim. Weke jinek ji nava tarîtiya 12'ê Îlonê dibêjim ezê ji bo hemû jinan ber bi ronîbûnê ve birinê tekoşînê bikim. Emê hemû bi hev re ji nava taritiyên kur ber roniyê ve bibezin."
(zt)