Leyla Yolcu: Dê Hevpeyîmana Stenbol ê têkeve jiyanê

10:08

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Antalyayê Leyla Ruken Yolcu diyar kir ku wê di tevahiya jiyana xwe de li hember deshilatiya mêran şer kiriye, dê tekoşîna xwe li meclisê jî berdewam bike û got: "Emê ji bo xistina meryetê ya CEDAW û Hevpeyîmana Stenbolê ya pêwîst bikin. Emê li hember şidetê nêrîna jinan bingeh bigirin. Dê şideta hindirê malê û cînayetên jinan sucê mirovahiyê bên dîtin."

HDP ya ku dê weke partî têkeve hilbijartinên giştiyên 7'ê Hezîranê bi armanca di meclisê de nûneriya gelan bike ji her kesîman namzet nîşan dane. Namzeta Parlementera HDP'ê Leyla Ruken Yolcu ji nava malbatek ya mexdurê koçberiyê tê. Leyla anî ziman ku di sala 1990'an de ji ber zordariya dewletê wê li gel malbata xwe koçî Antalya kiriye û wiha got: "Qetilkirina Apê Musa ser min jî şopên kur hêlane. Dema ku her roj malbat û dost rastî tindiyên wiha bên bêgoman bi mirovan re bertek çêdike. Ji xwe kesayetek mîna min ji dayîkbûnê heya niha her dem li hember tindiya serî rakirî û ti fikirên dijber ne pejirandî ji derveyî siyasetê di navendek dinê ya xebatan de cîh girtin xetaye."

'Li hember pergala deshilatdar her dem min tekoşîn kir'

Leyla dazanîn ku wê her dem li hember deshilatiya mêran tekoşîn kiriye û dê vê tekoşîna xwe bedewam bike û wiha domand: "Her dem mêr bi vîna xwe tevgeriyane û jin jî weke heyînek tehdîdê dîtine. Ez jî di tevahî jiyana xwe de ji bo mêran weke tehdîdekêbûme. Ji ber wê jî jiyana min ji tindî, wekeyêndinê dîtin û bêmafiyan dagirtiye. Di tevahî jiyana xwe de min tekoşîna xwe bi xwebûnê da. Tekoşîna min hem ji bo weke nasnameyek xwe dana jiyandin û hem jî li hember deshilatiya mêran weke şerê zayendî bûye. Bi rastî hîna şerê min berdewam dike."

'Di pêvajoya AKP'ê de qirkirinên jinan zêdebûn'

Leyla balkişand ser di dema AKP'ê de zêdebûna şidetê û destnşan kir ku li Tirkiyê cara yekem HDP'ê danezana jinan ya hilbijartinê aşkerek kir û di aliyê paritiyên dinê de jî bû mînak. Leyla zêdebûna qirkirinên jinan jî wiha nirxand: "Li cihên kar, malan, kolanan û amêrên gihandinê ewlehiya canê me nîne. Ji ber wê jî emê li her devera jiyanê li hember hişmendiya miron û girtinê ser jinan disepîne di tekoşînê debin."

'Divê ji bo Hevpeyîmana Stenbolê xistina meryetê ya pêwîst bê kirin'

Leyla wiha berdewam kir: "Dê Zagona 6284'an ya Paratina Malbatê û Lihember Şidetê Ewlehiya Jinan bi saziyên jinan re bê nirxandin û bi hev re biguherînin. Dê ji bo xistina meryetê ya CEDAW û Hevpeyîmana Setenbolê ya pêwîst bê kirin. Dê zagona teşwîqa şidetê û bê cezahiştina qatîlan bê guhertin. Dê li dozên şideta ser jin û zarokan bê nêrîn û dadgehên Îhtisas ê bên avakirin. Dê nêrîna jinên mexdurê şidetê bingeh bê girtin û saziyên ku serlêdan bikin dê alîkariya pêwîst bigirin. Dê di her bajarên ku şêniya wan ser 50 hezarê rene navendên jiyana jinan û malên sitargehan bên avakirin. Ji bo pêşeroja jinên rastî şidetê tên dê navendên jiyana azad bên avakirin. Dê daçuna malên sitargehên jinan yên ji aliyê rêxistinên jinan ve hatî vekirin ji aliyê wekîlên jin ve bên dabînkirin. Dê li hember şidetê rêbazên parastina cewherî bên pêşdebirin. Dê şideta nava malbatê û cînayetên jinan weke sucê mirovahiyê bên dîtin."

Di dawiyê de Leyla pêşniyar kir ku hemû civaka Tirkiyê Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê bixwînin.

(zt)